Hevşaredaran xebatên li dijî berfê saxtî kir

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên ku li dijî barîna berfê tên meşandin koordîne kirin û xebatên li seranserê bajêr di cih de lêkolîn kirin.

Li Amedê, li dijî barîna berfê ya ku ji roja duşemê ve didome, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên têkoşîna li dijî berf û qeşayê şev û roj didomînin. Amadekarî û xebatên destwerdanê yên li seranserê bajêr, ji aliyê Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ve tên koordînekirin.

Hevşaredarên ku di roja yekem a salê de ji saetên sibê ve derketin qadê, xebatên têkoşîna li dijî berfê di cih de dîtin û ji tîman agahî girtin. Hevşaredaran; li gelek xalên navçeyên Kayapinar, Yenîşehir û Baglarê xebatên ku berdewam dikin kontrol kirin.

Hevşaredarên ku bi kedkarên li qadê re sohbet kirin, ji tîman xwest ku çalakiyên xwe yên li qadê hîn berfirehtir bikin.

Di dema lêkolînan de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu û serokên daireyên têkildar bi Hevşaredaran re bûn.

Werger: Omer Dilsoz

 

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31