Print this page

Seferên otobusan ên bo navçeyan di 2yê çileyê de dîsa dest pê dikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, seferên otobusan ên navçeyên gundewarî yên ku ji ber şert û mercên xirab ên hewayê bi awayekî demkî hatibûn rawestandin, dê di 2yê çileyê roja Înê de dîsa bixe ber xizmetê.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber qeşa û şert û mercên nebaş ên hewayê ku li seranserê bajêr berdewam dikin, seferên otobusan ên navçeyan ku ev du roj bûn nedihatin kirin, dê ji 2yê çileyê roja Înê û pê de dîsa bide destpêkirin.

Ji ber qeşayê ya ku tê payîn serê sibê berdewam bike, seferên pêşîn ên rojê bo navçeyan nayên kirin. Piştî ku rewşa hewa û rêyan guncav bibe, sefer dê di saetên xwe yên asayî de berdewam bikin.

Seferên bo gundan nayên kirin

Serokatiya Daîreyê her wiha biryar da ku seferên otobusan ên ku ji navenda bajêr diçin taxên gundewarî (gundan), heta ku mercên hewa û rêyan asayî nebin, nayên kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery