Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi koordînasyona şaredariyên navçeyan re li navenda bajêr, li ser peyayan, bulvar û cadeyan xebatên paqijkirina berfê û xwêkirinê bênavber didomîne. Di xebatên ku berdewam dikin de 1120 xebatkar li qadê wezîfedar in û bi giştî 3 hezar ton xwê hat bikaranîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya koordînasyona ku bi şaredariyên navçeyan re li dijî berf û qeşaya ku li seranserê bajêr bi bandor bûye de, xebatên têkoşîna li dijî berfê bênavber didomîne. Di vê çarçoveyê de ji Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û ji şaredariyên Kayapinar, Sûr, Rezan (Baxlar) û Yenîşehirê tîmeke ji 1120 kesan pêk tê, li seranserê bajêr xebateke dijwar dimeşînin.
Ewlehiya peya û trafîkê di rêza pêşîn de ye
Tîm, ji bo ku welatî bi silametî bimeşin û pêşî li ketinên muhtemel bê girtin, di serî de li ser peyayan, rêyên nexweşxaneyan, serpiran û rawestgehên veguhastina giştî paqijiya berfê dikin. Piştî xebatên paqijkirinê, li dijî qeşagirtinê xebatên xwêkirinê tên kirin. Ji bilî ewlehiya peyayan, ji bo dabînkirina ewlehiya trafîkê jî tîm li arterên sereke û kolanên navberê de her dem li qadê ne.
Li arterên sereke û kolanên navberê xebata gur
Xebatên ku bi bidawîbûna barîna berfê ya ku roja duşemê dest pê kiribû û roja pêncşemê bi şev bi dawî bû re, bênavber didomin. Li arterên sereke, cadeyên qerebalîx û kolanên navberê xebatên malîna berfê û xwêkirinê têne kirin; tîm ji bo pêşîgirtina li neyîniyên muhtemel bi şev û roj hewldaneke mezin didin.
Li DÎŞTÎyê paqijiya berf û qeşayê
Tîmên DBBê, ji bo ku veguhastina navbajarî û ya navbajarî neyê astengkirin, li Termînala Otobusan a Amedê (DÎŞTÎ) jî li dijî berf û qeşayê xebatên paqijkirinê dimeşînin. Berfa ku li qada termînalê, peron, qadên derbasbûna peyayan û rêyên ketin-derketina wesayîtan kom bûye tê paqijkirin û bi xwêkirinê ewlehiya rêwî û şofêran tê dabînkirin.
Piştgiriya esnafan ji bo şaredariyê
Esnafên ku li navçeyên Kayapinar, Sûr, Rezan û Yenîşehirê kar dikin jî piştgirî dan xebatên têkoşîna dijî berfê. Esnafan berf û qeşaya li ber dikanên xwe paqij kirin û hem derbasbûna silamet a peyayan dabîn kirin û hem jî keda tîmên şaredariyê hêsan kirin. Piştgiriya dildar a esnafan, bi taybetî li cade û kolanên ku peya lê zêde ne, bû alîkar ku xebat zûtir bi pêş bikevin.
3 hezar ton xwê hat bikaranîn
Di çarçoveya xebatên ku tîman ev 4 roj in li dijî berf û qeşayê dimeşînin de, li seranserê bajêr bi giştî 3 hezar ton xwê hat bikaranîn.
Werger: Omer Dilsoz