Koordînasyona Têkoşîna bi Berfê re ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatî avakirin, ji bo ku çûnûhatina li bajêr têk nehere, xebatên paqijkirina berfê, paqijkirina peyarêyan û xwêkirinê bêyî navberdanê didomîne.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kêmkirina bandorên neyînî yên berfê û ji bo ku jiyana rojane ewletir bibe, xebatên xwe li ser bingeha 24 saetan didomîne. Koordînasyona Têkoşîna bi Berfê re ku bi beşdariya şaredariyên navçeyan pêk hatiye, di saetên rojê de li gorî bernameyeke diyarkirî li ser rêyên serekî, taxan û derdora nexweşxaneyan xebateke dijwar meşand.
Li ser rêyên serekî û derdora nexweşxaneyan xebat
Di dema xebata rojê de, tîman li 13 cade û herêmên cuda li ser rêyên serekî û li derdora nexweşxaneyan xebatên maliştina berfê, firehkirina rêyan û xwêkirinê pêk anîn. Di vê çarçoveyê de li Cadeya Kayapinarê, Bulwara Selahedînê Eyûbî, Bulwara Firatê, Cadeya Nazim Hikmet, Cadeya Jiyanê, Memur-Sen TOKÎ, Uçkuyular, Mûsa Anter, Dîclekent û her wiha li derdora Nexweşxaneya Jinan û Zarokan, Nexweşxaneya Zarokan a Amedê, Stadyuma Amedê û Taxa Baxcilarê xebat hatin meşandin.
Li dijî qeşagirtinê tedbîrên şevê
Li gel xebatên rojê, bi şev jî li seranserê bajêr, li ser rêyên nexweşxaneyan û li qadên ku welatî zêde bi kar tînin, têkoşîna li dijî berfê berdewam dike. Bi taybetî di saetên şevê de ku rîska qeşagirtinê zêde dibe, ji bo ewlehiya ajokar û peyayan; li xaçerê, rampa û piran mudaxaleyên pêşîn tên kirin.
Berfa ser peyarêyan tê paqijkirin
Berfa ku li ser peyarêyan kom bûye û bûye qeşa, bi alîkariya makîneyên kar tê paqijkirin û ber bi derveyî bajêr ve tê veguhestin. Bi van xebatan tê armanckirin ku ewlehiya peyayan were dabînkirin û çûnûhatina li bajêr bê rawestan berdewam bike.
Werger: Omer Dilsoz