Print this page

Kedkarên ku li meydanê ne: Em ji bo gelê xwe xizmetê dikin

Kedkarên Şaredariya Bajarê Mezin ku ji roja yekem a barîna berfê ve tevî sermaya -20 pileyî dixebitin, xebatên xwe yên paqijkirina berfê vegotin. Kedkaran diyar kir ku ew şev û roj ji bo gelê xwe dixebitin û vê hewldana xwe ne wekî minetekê, lê wekî xizmetguzariya gel dibînin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kêmkirina bandorên neyînî yên berfê li ser jiyana bajêr û ji bo jiyaneke ewletir, xebatên xwe bênavber didomîne. Di bin pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin de û bi beşdariya şaredariyên navçeyan "Koordînasyona Têkoşîna Dijî Berfê" hat avakirin. Ev koordînasyon li gorî bernameyê; li ser rêyên sereke, cihên niştecihbûnê û li dora nexweşxaneyan xebateke dijwar dimeşîne. Kedkarên Serokatiya Daîreya Parastina Jîngehê, Daîreya Park û Baxçeyan, Daîreya Karên Tenduristiyê û Daîreya Veguhastinê tevî sermaya dijwar a -20 pileyî şev û roj di xizmeta welatiyan de ne.

‘Me Şev û Roj li Ser Erdê Xebat Kir’

Kedkara bi navê Sidar Perişan diyar kir ku ew ji roja yekem ve li ser kar in û weha got: “Em paqijiya kolan û peyarêyan û xebatên xwêkirinê dikin. Tevî sermayê me xebatên xwe domandin û me gelek spasiyên gel girtin. Welatî dihatin û digotin ‘Wek şaredarî hûn gelek dixebitin, em spas dikin.’ Dema jinên kedkar li qadê didîtin, dihatin hembêz dikin û digotin ‘Em jî bi we re paqij bikin.’ Me ezmûneke mezin girt. Ez amade me 24 saetan ji bo gelê xwe bixebitim.”

‘Bi Barîna Berfê re Em bi Bêr û Kolangan Ketin Qadan’

Omer Sizanan ê ku ev 18 sal in di şaredariyê de dixebite, bi bîr xist ku herî dawî di sala 2006’an de berfeke wiha bariye lê ew qas bi bandor nebûye. Sizanan got: “Sê rojan bênavber berf barî. Em jî ji bo xizmeta gelê xwe serê sibê zû dest bi kar kirin. Amîrên me em agahdar kirin û em li ku derê hatin wezîfedarkirin, me li wir kar kir. Me şev û roja xwe da hev da ku em xizmeta gel û welatê xwe bikin. Em di sermaya -20 pileyî de heta êvarê dixebitin. Em vê wekî minetê nabînin, ev xizmeta gelê me ye.”

‘Em ji bo Gelê Xwe Xizmetê Dikin’

Ahmet Orhan ê ku di Daîreya Parastina Jîngehê de dixebite, diyar kir ku ew saet 06.00’ê sibê dest bi kar dikin û heta êvarê xebatên xwe didomînin. Orhan weha axivî: “Diyarbekir gelek mezin bûye. Heke em bêjin em ê her derê di carekê de biqedînin, ev ne mimkun e. Lê em bi hemû hêza xwe dixebitin.” Orhan bersiva rexneyên li ser şaredariyê jî da û got: “Rexne tên ku şaredarî naxebite, lê me çi ji destê me hat me kir. Bajêr gelek fireh bûye, ji Erxeniyê heta Sêweregê bajarbûn çêbûye. Hejmara personelan çi qas zêde be jî, berf zêde barî û têra her derê nake. Hefteyek e em li kolanan tenê peyarêyan paqij dikin.”

‘Em Dixwazin Gelê Me Me Bibîne’

Nurşin Şahin jî da zanîn ku bi rojan e bi hemû hêza xwe dixebitin û got: “Hefteyek e em li derve ne, heta şev dixebitin; em dixwazin gelê me vê kedê bibîne.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery