Civîna yekem a sala 2026an a Koordînasyona Têkiliyên Gel hat kirin

Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi beşdariya 4 şaredariyên navendî, ji bo dîtina çareseriyan ji daxwazên welatiyan re, civîna yekem a sala 2026an a Koordînasyona Têkiliyên Gel hat lidarxistin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku welatî hêsantir bigihîjin rêveberiyên herêmî xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, Koordînasyona Têkiliyên Gel a ku bi hevkarîya Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê û şaredariyên Rezan (Baxlar), Bajarê Nû (Yenişehir), Peyas (Kayapinar) û Sûrê hatibû avakirin, her meh bi awayekî birêkûpêk civînên xwe pêk tîne.

Beşdariya Berfireh a Rêveberan

Civîn li avahiya xizmetguzariyê ya Şaredariya Peyasê hat lidarxistin. Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin (DBB) Demet Ceylan, Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş, Midûra Şaxa Têkiliyên Gel Bahar Soysal, endamên meclîsa şaredariyê, Alîkarê Hevşaredarê Peyasê Volkan Tuncer û midûr û personelên têkiliyên gel ên 4 şaredariyên navendî beşdarî civînê bûn.

Daxwazên Welatiyan û Projeyên Nû Hat Nirxandin

Piştî axaftinên destpêkê, beşdaran li ser daxwazên welatiyan nirxandinên xwe parve kirin û li ser çareseriyan danûstandina ramanan kirin. Di civînê de projeyên ku hatine plankirin hatin gotûbêjkirin û ji bo ku xizmetguzarî li gorî hewcedariyên welatiyan û bi awayekî herî bilez bigihîje gel, xebatên nû hatin nirxandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
      1 2 3 4
5 6 7 8 9 10 11
12 13 14 15 16 17 18
19 20 21 22 23 24 25
26 27 28 29 30 31