Print this page

Piştgiriya lênêrîna li malê ya ji bo welatiyên temenmezin berdewam dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, tevî şert û mercên dijwar ên zivistanê ku bandora xwe zêde kiriye, xebatên xwe yên lênêrîna li malê ji bo welatiyên temenmezin didomîne. Di vê çarçoveyê de 503 xizmetên paqijiya malê, 614 xizmetên tenduristiyê û 223 xizmetên lênêrîna kesane hatin dayîn; her wiha piştgiriya malzemeyên medîkal ji bo 214 kesan hat pêşkêşkirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, xebatên xwe yên ji bo welatiyên 60 salî û jortir ku bi tenê dijîn û nikarin hewcedariyên xwe bi tenê dabîn bikin, didomîne. Ekîbên Midûriyeta Şaxa Xizmetên Kalûpîran ku tevî berf û sermaya zivistanê li qadê ne, ji kontrola tenduristiyê heta lênêrîna kesane, ji paqijiya malê heta piştgiriya malzemeyên tibî di gelek waran de xizmetê pêşkêş dikin.

Xizmet li gorî hewcedariyan tên plankirin

Ekîb, li gorî lêkolînên ku li malên welatiyên ser 60 salî re dikin, xizmetên tenduristiyê, paqijiyê û lênêrîna kesane ya wekî kurkirina por û rih pêşkêş dikin. Ekîbên Yekeya Tenduristî û Lênêrîna Kesane ya li Malê, bi pîvandina tansiyon û nebzê, şopandina şekir û tayê, rewşa tenduristiya welatiyan bi daxwazî kontrol dikin. Hewcedariyên welatiyên nexweş tên tespîtkirin û piştgiriya pêwîst tê dayîn.

Her wiha ji aliyê ekîban ve, her hefte 2 seans û bi tevahî di mehê de 16 seans xizmeta fîzyoterapiyê jî tê pêşkêşkirin.

Ji bo 503 welatiyan xizmeta paqijiyê

Di çarçoveya xizmeta paqijiyê de ekîb her meh bi rêkûpêk diçin malên welatiyên temenmezin; derî, pencer û karên paqijiyê yên rojane dikin. Heya niha 503 welatiyên temenmezin ji vê xizmetê sûd werdigirin.

Ji bo 614 kesan xizmeta tenduristiyê ya li malê

Ekîbên Yekeya Tenduristî û Lênêrîna Kesane ya li Malê, ji bo 614 welatiyên temenmezin xizmeta tenduristiyê pêşkêş dikin. Di çarçoveya vê xizmetê de kontrolên rêkûpêk tên kirin û rewşa tenduristiya welatiyan ji nêz ve tê şopandin.

Ji bo 223 kesan piştgiriya lênêrîna kesane

Di çarçoveya xizmetên lênêrîna kesane de, por û rihên welatiyên mêr ên temenmezin ku nikarin biçin berber, ji aliyê ekîban ve li malên wan tê kurkirin. 223 welatî ji vê xizmetê sûd werdigirin.

Ji bo 214 kesan piştgiriya malzemeyên medîkal

Ekîbên ku di rewşên pêdivî de piştgiriya medîkal jî didin, di vê çarçoveyê de malzemeyên medîkal pêşkêşî 214 welatiyên temenmezin kirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery