Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kêmendamî/astengdaran dest bi xizmeta şêwirmendiya tercîhan a bêpere kir.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, ji bo karûbarên tercîhên Bicihkirina Personelên Kamuyê yên Astengdar (EKPSS/Kura) ya 2026an, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê dest bi xizmeta şêwirmendiya tercîhan a bêpere kir. Ev xizmeta ku îro dest pê kir, dê heta 19ê Rêbendanê (Çile), di rojên xebatê de di navbera saet 10.00 û 17.00an de berdewam bike.
Midûrê Şaxa Astengdaran ê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran Emin Baran, der barê xizmetê de agahî dan û diyar kir ku kursên wan ên di çarçoveya ezmûna EKPSS ya 2026an de berdewam dikin. Baran destnîşan kir ku ew hewl didin welatiyên astengdar ji bo EKPSS ya 2026an amade bikin.
‘Namzed dikarin ji yekeya me ya tercîhan piştgiriyê bigirin’
Baran ragihand ku kurs bi 150 xwendekaran û wekî 4 koman berdewam dikin û der barê xizmeta tercîhên EKPSSê de weha got: “Demsala tercîhên EKPSS ya sala 2024an ku daxuyaniya wê di van demên nêz de hatibû dayîn, dest pê kir. Me jî di vê çarçoveyê de, mîna sala borî îsal jî yekeya xwe ya tercîhan a EKPSSê çalak kir. Namzed dikarin di xala şêwirmendî, rêberî û kirina tercîhan de ji yekeya me piştgiriyê bigirin.”
Baran diyar kir ku yekeya tercîhan dê di navbera 09-19ê Rêbendanê de, di rojên xebatê de di navbera saet 10.00 û 17.00an de vekirî be û bang li hemû namzedên ku dixwazin tercîhan bikin kir ku werin Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran û piştgiriyê bigirin.
Werger: Omer Dilsoz