Hevşaredar çûn serdana rêxistinên rojnamegeran

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, bi boneyeya 10’ê Rêbendanê Roja Rojnamegerên Kedkar, serdana saziyên çapemeniyê kir û bi kedkarên çapemeniyê re hat cem hev; bal kişand ser girîngiya rojnamegeriya azad û ya li ser bingeha rastiyê.

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, serdana Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) û Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) kir. Di hevdîtinan de ji bilî Dogan Hatun; Hevserokên Bajar ên DEM Partiyê Gulşen Ozer û Abbas Şahin, Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag, Hevşaredara Peyasê Berivan Gulşen Sincar, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan û Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelik amade bûn.

Hatun: Em hemû rastiyan bi riya we fêr dibin

Hevşaredar Hatun di serdanan de roja kedkarên çapemeniyê pîroz kir û destnîşan kir ku rojnameger wezîfeyeke pîroz û bêhempa pêk tînin. Hatun diyar kir ku ew agahiyên hemû qadên jiyanê —ji werzişê heta siyasetê— bi riya rojnamegeran hîn dibin û wiha axivî:

“Em dizanin ku dema kesekî kedkar, azadfikir û yê ku ramanên xwe bi azadî tîne ziman nûçeyekê çêbike, wê nûçeyê li ser rastiyê ava dike. Lê belê, yên ku rastiyê naxwazin, her dem dixwazin gel ji agahiyên rast bêpar bimîne û kedkarên çapemeniyê dikin hedef.”

'Yên ji bo rastiyê bedelê didin kedkarên çapemeniyê ne'

Hatun bal kişand ser ku xebatkarên çapemeniyê li gelek deverên cîhanê bedelên giran didin û mînakên Filistîn û Helebê bi bîr xist. Hatun anî ziman ku rojnamegerên ku raya giştî agahdar dikin, li herêmên şer û pevçûnan tên hedefgirtin û ev yek jî asta zextên li ser çapemeniyê nîşan dide.

'Tevî hemû zextan hûn kedeke pîroz didin'

Hatun destnîşan kir ku kedkarên çapemeniyê di bin zextên giran de wezîfeya xwe dikin û wiha berdewam kir:

“Hêzên hegemonîk dema naxwazin gel rastiyan hîn bibe, heyfa xwe ji kedkarên çapemeniyê hildidin. Ji ber vê yekê hûn kedeke pîroz didin. Destên hemû kedkarên çapemeniyê yên ku ji bo agahdarkirina rast a gel li qadê xwêdanê dirêjin, sax bin. Wek rêveberiyên herêmî em her dem li cem we ne.”

'Rojnameger çav û guhê civakê ne'

Hevseroka Bajar a DEM Partiyê Gulşen Ozer jî diyar kir ku rojnameger di bin şert û mercên giran de bi fedakariyeke mezin dixebitin û got ku kedkarên çapemeniyê wek çav û guhê civakê berpirsiyariyeke girîng hildigirin ser milê xwe.

'Bê çapemeniya azad civaka azad nabe'

Hevserokê Bajar ê DEM Partiyê Abbas Şahin jî anî ziman ku rojnameger di şertên pir giran de dixebitin û çapemeniya azad bi kedên mezin dikare hebûna xwe biparêze.

Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê Kesira Onel, ji ber serdanê spasiyên xwe pêşkêş kir û got: “Me ev mîras ji hevkarên xwe yên beriya xwe dewr girtiye û em ê bidomînin.”

Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Felat Bozarslan jî roja rojnamegeran pîroz kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery