Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di civîna meclîsê de axivî, êrîşên li Helebê şermezar kir û got: “Em hêvî dikin ku ev pêvajo ber bi aliyekî demokratîk, aştiyane û çareseriyê ve veguhere.”
Yekemîn rûniştina civîna asayî ya meha Çileyê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin, li avahiya xizmetê ya şaredariyê hat lidarxistin. Civîn bi serokatiya Hevşaredar Serra Bucak û bi beşdariya endamên meclîsê pêk hat.
Hevşaredar Bucak di vekirina civînê de bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û êrîşên hefteya dawî yên li bajarê Helebê yê Sûriyeyê ku li dijî Kurdan tên kirin rexne kir; her wiha diyar kir ku komkujiya li wir diqewime cihê fikarê ye.
Bucak bal kişand ser gefên hêzên navneteweyî yên li ser gelên herêmê û projeya jiyana hevpar û demokratîk a li dijî şer bi bîr xist. Bucak komkujiya li Helebê şermezar kir û wiha got:
“Em hêvî dikin ku aqilê demokratîk, aqilê jiyana hevpar; aqilê avakirina Tirkiyeyeke di nav aştî û aramiyê de, Tirkiyeyeke demokratîkbûyî, bi geşedanên li Rojhilata Navîn re neyê qurbankirin. Ne pêvajoya çareseriyê ya li vir bibe qurbana van geşedanan, ne jî çareseriyek ku wê derê kêm dihêle were fikirîn.”
‘Çareseriya li wê derê, dê bandorê li vir jî bike’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser pêkhateya pirnasnameyî ya herêmê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Bi rastî gava em qala demokratîkbûn û pêvajoya çareseriyê ya li vir dikin, em behsa çareseriyeke ku wê derê nahesibîne nakin. Gelê li wê derê birayên me ne; mirovên Kurd in ku em heman qederê parve dikin. Tenê ew jî nîn in; li Sûriyeyê pêkhateyeke piralî heye. Elewî, Durzî, Kurd û Erebên Sunî hene. Em helbet vê yekê ji pêvajoya çareseriyê ya li vir cuda nafikirin. Ne civaka li vir, ne hevalên me yên siyasetê dikin wiha difikirin, ne jî em wiha difikirin.
Em hêvî dikin ku ev pêvajo ber bi aliyekî erênî, pozîtîf û aştiyane ve, ber bi pêvajoyeke çareseriyê ve veguhere. Pêvajoyeke çareseriyê ya li wê derê, dê bandoreke erênî û aştiyane li pêvajoya çareseriyê ya li vir jî bike. Em dibêjin ku ev yek dê qeder û hêviya jiyana hevpar a gelên li wê derê jî mezin bike.”
Piştî axaftina Hevşaredar Bucak, di civîna Meclîsê de li ser rojevê nîqaş hatin kirin.
Werger: Omer Dilsoz