Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li 6 navçeyên ku berfeke zêde lê bariya, di du rojên dawî de 319 kîlometre rêyên taxên gundewarî ji bo çûnûhatinê vekirin.
Di bin pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin de, bi beşdariya şaredariyên navçeyan "Koordînasyona Têkoşîna Dijî Berfê" hat avakirin. Ev koordînasyon li navenda bajêr li ser rêyên sereke, cihên niştecihbûnê û derdora nexweşxaneyan xebatên xwe didomîne; her wiha tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan jî li ser rêyên gundewarî bi dijwarî dixebitin.
Di vê çarçoveyê de rêyên taxên gundewarî yên 11 navçeyan hatin vekirin. Li 6 navçeyên ku li herêmên çiyayî ne, bi xebatên şev û roj ên du rojên dawî, bi sedan kîlometre rê ji berfê hatin paqijkirin.
Li 6 navçeyan 319 km rê hatin vekirin
Di çarçoveya xebatên têkoşîna dijî berfê de, di du rojên dawî de; li Pasûrê105 kîlometre, li Çermûgê 65 kîlometre, li Şankûşê 50 kîlometre, li Erxeniyê 40 kîlometre, li Lîceyê 41,3 kîlometre û li Hênê 18 kîlometre, bi giştî 319,3 kîlometre rêyên taxên gundewarî hatin vekirin.
Daxwazên lezgîn tên bicihanîn
Ji ber ku berf herî zêde li navçeyên bakurê Amedê bariya, tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan û şaredariyên navçeyan, li gorî daxwazên lezgîn destwerdanê li rêyên ku dîsa girtî ne dikin. Tîm, rêya ambûlansan vedikin û wesayîtên ku di rê de asê mane bi makîneyên kar rizgar dikin.
Tîm li navçeyan amade ne
Tê payîn ku barîna berfê heta nîvroya roja çarşemê bidome, ji ber vê yekê Şaredariya Bajarê Mezin li hemberî rîskan tevdîrên xwe zêde kirin. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Daîreya Agahkujoyê, Daîreya Karên Afatê û Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ’yê; li navçeyên Lîce, Pasûr, Çermûg û Erxeniyê ku hişyariya aşîtê (şepe) lê hatibû kirin, bi amadebaşî li bendê ne.
Ji DBB’ê hişyariya aşîtê
Şaredariya Bajarê Mezin, hemwelatiyên ku li taxên gundewarî dijîn li hemberî xetereya aşîtê hişyar kirin. DBB’ê bang kir ku heta ne neçar bin rêyên rîskdar bi kar neynin.