Print this page

Hevşaredar Bucak beşdarî civata Giştî ya Komeleya Jinan a Rosayê bû

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî 4emîn Civata Giştî ya Asayî ya Komeleya Jinan a Rosayê bû.

4emîn Civata Giştî ya Asayî ya Komeleya Jinan a Rosayê li Salona Konferansê ya Alî Emîrî pêk hat. Tevî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) Serra Bucak; Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Parêzgehê Gulşen Ozer, Hevberdevka Meclisa DBB’ê Demet Ceylan, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisê, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer û nûnerên rêxistinên jinan beşdarî civata giştî bûn.

Civîn piştî axaftinan bi hilbijartinê berdewam kir. Di encama hilbijartinê de endamên nû yên lijneya rêveberiyê ya Komeleya Jinan a Rosayê hatin diyarkirin.

 

Image Gallery