Print this page

Bultena Çapemeniyê ya DBB'ê hat weşandin

Bultena Çapemeniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi Tirkî û Kirmanckî hat weşandin. Di bultenê de ji şaredariya civakî bigire heta veberhênanên binesaziyê; xebatên ku di warên civakî, binesazî, veguhastin, jîngeh, çand û gundan de hatine pêkanîn û projeyên ku têne plankirin cih girtin.

Bultena Çapemeniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin ku xizmetên mehên hezîran û kanûna sala 2025'an li xwe digire, bi Tirkî û Kirmanckî hat weşandin. Di bultena 6 mehî de, ji polîtîkayên jinan heta xebatên ciwanan, ji piştgiriyên civakî heta hevdîtinên çareseriya li cih, gelek xebatên ku rasterast pêwendî bi welatiyan re hatine danîn cih girtin.

Di bultenê de xizmetên bingehîn ên wekî nûkirina binesaziya ava vexwarinê û kanalîzasyonê, başkirina rêyên taxên gundewarî, lêzêdekirina otobusên nû li fîloya veguhastinê û nûkirina rêyên ku bi salan bûn dest lê nehatibû dayîn, bi hûrgilî hatin ravekirin. Her wiha hat diyarkirin ku bi fabîkaya nanê gel, xebatên nûkirina bîra avê (golan) û projeyên ku piştgiriya hilberîna çandiniyê dikin, têkarî li pêşketina gundan hatiye kirin.

Jîngeh, Çand û Qadên Jiyanê

Zêdekirina qadên hêşîn, projeyên dostê avhewayê, xebatên amadekariya li dijî şewat û karesatan jî di bultenê de bi berfirehî cih girtin. Hat ragihandin ku di warê çand û hunerê de bi çalakiyên pirzimanî, festîvalên fîlman û xebatên bîreweriyê, jiyana çandî ya bajêr hatiye geşkirin.

Hûn dikarin bi tikandina lînka https://www.diyarbakir.bel.tr/bilgi-bankasi/yayinlar.html bigihîjin Bultena Çapemeniyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery