Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî Civata Giştî ya Asayî ya Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk bû.
2.emîn Civata Giştî ya Asayî ya Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hate lidarxistin. Tevî Hevşaredar Doğan Hatun; Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çiğdem Kılıçgün Uçar, parlamenter û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî civatê bûn.
Civata giştî, piştî axaftinan bi hilbijartina endamên lijneya rêveberiya dema nû ya Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz
Â
