Print this page

Encamnameya Foruma Avê ya Mezopotamyayê Hate Aşkerekirin

Danezana encamê ya 2.emîn Foruma Avê ya Mezopotamyayê, a ku bi mazûvantiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di navbera 17-19’ê Cotmeha 2025’an de hatibû lidarxistin, bi raya giştî re hate parvekirin.

Danezan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, bi sernavê “Ji Bo Paşerojeke Avê ya ku bi Îradeya Gelan a li Mezopotamyayê Tê Avakirin; Avên Me Hevpar in, Paşeroja Me Hevpar e!” hate aşkerekirin. Hevşaredarên navçeyan, endamên meclîsa şaredariyê, parêzvanên ekolojiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di danezanê de ev xalên girîng derketin pêş:

Meseleya Edalet û Aştiyê: Hate destnîşankirin ku astengkirina herikîna azad a çemên Dîcle û Firatê ne tenê pirsgirêkeke ekolojîk e, di heman demê de meseleyeke edaleta civakî û aştiyê ye.

Bîra Avê ya Mezopotamyayê: Bal kişandin ser bîra hezar salan a avê û hate gotin ku av li vê cografyayê ne tenê hebûneke xwezayî ye; ew hêmana bingehîn a jiyana çandî, bawerî û civakî ye.

Krîza Avê û Polîtîkayên Sermayeyê: Hate gotin ku krîza avê tenê bi guherîna avhewayê nayê ravekirin; bendav, projeyên HES’an, çalakiyên madenê û polîtîkayên sermayeyê bûne sedema wêranbûneke kûr.

Mafê Jiyanê: Beşdaran destnîşan kir ku av ne malek (meta) e ku bikeve bin destê dewlet an şîrketan; av mafê herî bingehîn ê jiyanê ye. Hate ragihandin ku wê li dijî projeyên mezin ên wekî bendavên Farqîn û Cizîrê têkoşîneke hiqûqî û civakî were meşandin.

Meclîsa Avê û Dîplomasiya Jinan: Di foruma ku biryar hate girtin Meclîsa Avê ya Mezopotamyayê were avakirin de, hate diyarkirin ku wê bi perspektîfeke ekofemînîst Koma Xebatê ya Dîplomasiya Avê ya Jinan jî dest bi xebatê bike.

Di beşa encamê de hate ragihandin ku wê Tora Avê ya Mezopotamyayê were mezinkirin û foruma bê li Başûrê Iraqê were lidarxistin. Danezan bi vê bangê bi dawî bû: “Azadiya avê bingeha aştiyê ye. Gelên ku çeman azad dikin, jiyan û aştiyê mezin dikin.”

 

Image Gallery