Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxên gundewar ên ku di dîrokên 16, 17 û 18’ê Rêbendanê de di bin bandora berfeke dijwar de mabûn, xebatên xwe yên têkoşîna dijî berfê domandin.
Dema ku li seranserê bajêr barîna berfê bandora xwe didomand, tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, di çarçoveya xebatên sê rojan de, li zêdetirî 10 navçeyan nêzî 300 kîlometre rêyên gundewar li ber çûnûhatinê vekirin. Bi taybetî li herêmên bilind û zehmet, hat armanckirin ku gihîştina welatiyan a ji bo pêdiviyên bingehîn û xizmetên tenduristiyê bê navber were dabînkirin.
Ji bo rewşên lezgîn rêyên girtî bi pêşînî hatin vekirin
Di xebatên têkoşîna dijî berfê de, xizmetên tenduristiyê yên lezgîn di rêza pêşîn de hatin girtin. Li ser rêyên ku ji ber berfê girtî bûn, bi alîkariya makîneyên kar rê hatin vekirin da ku ambulans derbas bibin û tîmên tenduristiyê bi silametî bigihêjin taxên gundewar.
Li herêmên ku carinan bi metreyan berf lê hebû, tîman ji bilî vekirina rêyan, xebatên berfirehkirina rêyan jî meşandin.
Li erdnîgariya dijwar xebata bê navber
Xebatên ku li herêmên çiyayî û asê bi greyder, loader û wesayîtên berfmalînê hatin meşandin, carinan di bin mij û bagerên dijwar de berdewam kirin. Tîmên ku li herêmên bi rîska aşîtê bi baldarî dixebitîn, kûmên berfê yên li qeraxên rêyan paqij kirin û çûnûhatin ewle kirin.
Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, dê li rêyên taxên gundewar xebatên xwe yên têkoşîna dijî berfê bidomîne.