Piştî barîna berfê ya dijwar, Koordînasyona Têkoşîna bi Berfê re ya ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatî avakirin, dest bi xebatên xwe kir. Ji bo ku di çûnûhatinê de pirsgirêk dernekevin û ewlehiya welatiyan pêk were, ji saetên şevê ve li seranserê bajêr xebatên malîna berfê, paqijkirina peyarêyan û xwêkirinê dan destpêkirin.
Berfa ku di 17’ê çileyê de dest pê kir û bi şev bandora xwe zêde kir, bajar bi cilê spî pêça. Di bin koordînasyona Şaredariya Mezin de xebatên têkoşîna bi berfê re bênavber didomin. Ekîb, ji bo ku di gihandinê de tu astengî çênebin, bi şev daketin qadê.
Hemû yeke li qadê ne
Di çarçoveya Koordînasyona Têkoşîna bi Berfê re de; Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, Serokatiya Daîreya Park, Baxçe û Qadên Hêşîn, Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan û Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê bi hevkariya şaredariyên navçeyên Peyas, Sûr, Rezan û Yenîşehîrê li seranserê bajêr xebatên xwe dimeşînin.
Dema ku bi makîneyên kar li ser riyên sereke xebatên rûkirina berfê tên meşandin, li dijî qeşagirtinê jî xebatên xwêkirinê bi awayekî hemwext tên kirin.
Peyarê û derdora nexweşxaneyan tên paqijkirin
Ekîb, ji bo ku welatî bi awayekî ewle çûnûhatina xwe bikin, li ser peyarê û pirên raserî xebateke berfireh a paqijiyê dimeşînin. Bi taybetî li derdora nexweşxaneyan û li ser peyarêyên ku welatî zêde bi kar tînin, ji saetên zû yên sibê ve berf tê paqijkirin û li dijî qeşayê xwêkirin tê kirin.
Koordînasyona Têkoşîna bi Berfê re, li dijî îhtimala berdewamiya barîna berfê, wê li seranserê bajêr xebatên xwe li ser bingeha 24 saetan bidomîne.
Â
