Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li şaredariyê pêşwaziya welatiyan kirin.
Welatiyên ku ji bo daxwaz û pêşniyarên xwe ragihînin serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin, ji aliyê Hevşaredaran ve hatin pêşwazîkirin. Di serdana ku li avahiya xizmetê ya şaredariyê pêk hat de, Hevşaredar Bucak û Hatun yek bi yek bi welatiyan re civiyan û daxwaz, pêşniyar û nêrînên wan ên der barê jiyana bajêr û xizmetên şaredariyê de guhdar kirin.
Di hevdîtinan de welatiyan derfeta wê yekê dîtin ku hêviyên xwe yên der barê binesazî, veguhastin, xizmetên civakî û têkiliya bi rêveberiya herêmî re rasterast ji Hevşaredaran re ragihînin. Hevşaredaran sernavên hatine ragihandin not kirin û diyar kirin ku dê bi yekîneyên peywendîdar re bên parvekirin û pêvajoyên çareseriyê jî ji nêz ve bên şopandin.
Hevşaredar Bucak û Hatun kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anîn ziman û destnîşan kirin ku ew bi têgihiştineke rêveberiya herêmî ya beşdar û şeffaf xebatên xwe didomînin. Hevşaredaran diyar kir ku nêrîn û pêşniyarên welatiyan di pêşxistina xizmetên şaredariyê de rêberiyeke girîng e û Şaredariya Bajarê Mezin bi têgihiştineke rêveberiyê ya ku têkiliya rasterast bi gel re dide pêş, tevdigere.
Welatî jî ji ber derfeta ragihandina nêrînên xwe bi awayekî rasterast kêfxweşiya xwe anîn ziman û ji bo eleqe û mêvanyariya hatiye nîşandan spasiyên xwe kirin.
Di serdanê de Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, endamên meclîsê û Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re Berîvan Guneş jî amade bûn.
Werger: Omer Dilsoz