Konseya Bajêr a Amedê, Civata xwe ya Giştî ya Asayî ya 32yan, di 24ê çileyê de bi rojeva parastina Baxçeyên Hevselê û Pira Dehderî dicivîne. Ekolog Zekî Kanay destnîşan kir ku li cîhanê baxçeyekî din ê wisa qedîm ku heta roja me maye tune ye; wî bang kir ku bila talana ekolojîk bibe rojeva bajêr û gel xwedî li van qadan derkeve.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku cihên dîrokî û qadên jiyanê yên bajêr ji nifşên nû re bimînin xebatên xwe didomîne û ji bo parastina van deran jî têdikoşe. Hat diyarkirin ku di salên dawî de hilweşîn û talana ekolojîk li bajêr bi awayekî berçav zêde bûye. Şaredariya Bajarê Mezin a ku li derdora Baxçeyên Hevselê û Pira Dehderî li dijî avahîsazî û rantê şer dike, gavên xwe yên ji bo parastina vê qadê roj bi roj mezin dike.
Di vê çarçoveyê de, Civata Giştî ya 32yan a Konseya Bajêr a Amedê, dê roja Şemiyê 24ê çileyê bi rojeva "avahiyên bêdestûr û dagirkeriyên ku demên dawî de zêde bûne" bicive. Bi taybetî zirarên ku avahiyên bêplan ên li derdora Baxçeyên Hevselê û Pira Dehderî didin tîna bajêr, dê di nav mijarên sereke yên konseyê de bin. Akademisyen û parêzvanê xwezayê Zekî Kanay, anî ziman ku di vê pêvajoya hilweşîna ekolojîk de, divê ev mijar bibe rojeva sereke ya bajêr û li ser girîngiya Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîjleyê nirxandinên wiha kir:
‘Baxçeyekî wisa qedîm tune ye ku hebûna xwe domandibe’
Kanay diyar kir ku li dinyayê hevtayê Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîjleyê tune ye û bal kişand ku ev der cihekî niştecihbûnê yê antîk e. Kanay destnîşan kir ku Baxçeyên Hevselê li ser axa Mezopotamyaya Jorîn in, dîroka baxçê digihîje 2 hezar û 600 sal berê û di nivîskên Asûriyan de jî behsa vî baxçeyî tê kirin. Kanay got ku li cîhanê baxçeyekî din ê wisa kevin ku heta îro mabe tune ye û ev agahî parve kirin: “Berî hezar salî, di dema Merwaniyan de Nasirî Xusrew tê Amedê û dibêje: ‘Ez li herêma Ereban, Eceman û Tirkan geriyam; min li tu derê keleyeke wekî Keleya Amedê ne dît û ne jî bihîst.’ Her wiha di Mizgefta Mezin de kitêbeyeke Baxçeyên Hevselê ya ji dema Selçûkiyan maye heye; dîroka wê 1241 e. Dîsa Ewliya Çelebî gava behsa van baxçeyan dike, ji vir re dibêje ‘Baxçeyê Adenê’ ango ‘Baxçeyê Bihiştê’.”
‘Hevsel mîrateya cîhanê ye’
Kanay anî ziman ku heta salên 1970yî xelkê Amedê debara xwe bi van baxçeyan dikir û wiha pê de çû: “Wê demê di nav Sûrê de jî 12 baxçeyên kevin hebûn. Li gorî çavkaniyan di Hevselê de navê tam 107 baxçeyan derbas dibe. Cotkarên biçûk li van qadan bi cih bûne û parçe bi parçe ajotî ne. Tê zanîn ku salê du caran ji van baxçeyan berhem dihatin hildan.”
Kanay bi bîr xist ku Baxçeyên Hevselê di sala 2015an de ketine Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê û got: “Ji wê kêliyê ve Hevsel êdî ne tenê ya me ye, bûye mîrateya hemû cîhanê. Baxçeyên Hevselê û Geliyê Dîjleyê; ji bo vî welatî, ji bo Mezopotamyayê û ji bo cîhanê cihên serbilindiyê ne.”
Gef û pirsgirêka rantê
Kanay anî ziman ku wekî pêdivî xwedîtî li Sûrê nehatiye kirin û destnîşan kir ku piştî Hevsel ket lîsteya UNESCOyê, çavên derdorên rantxur ketin ser vê qadê. Kanay got: “Bi vê re hilberîner û cotkarên di Hevselê de lawaz man û nekarîn debara xwe bikin.”
Kanay diyar kir ku di Hevselê de pirsgirêkeke cidî ya milkdarîyê heye û wiha axivî: “Eraziyên şexsan, yên weqfan û qadên ku xwediyê wan ne diyar in hene. Hin weqfan ev erazî girtin û darên wan birîn. Wê demê qeyûm ser şaredariyê bû; gava ez çûm min pirsî ku ‘dar tên birîn’, ji min re gotin ‘ne karê me ye, Wezareta Daristanan lê dinêre’. Gava min çû Wezareta Daristanan, wan jî got ‘ev darên fêkiyan in, ne mijara me ye, şaredarî lê dinêre’. Em bê muxatab man.”
Projeyên xerabkirinê yên dema qeyûm
Kanay bi bîr xist ku di dema qeyûm de xwestine Hevselê ji rantê re vekin û di vê çarçoveyê de hinek proje xistine dewrê: “Di bin navê Projeya Çiyayê Çilezîzan de di sala 2017an de li qelaçan kafe û tesîs ava kirin. Paşê ev qad dewrî hinek kesan kirin û ev der hatin dagirkirin. Ev dagirkerî ji bo peravên Çemê Dîjleyê û ji bo jiyana xwezayî gelekî xeter e. Îro gemar û bermayiyên kîmyewî yên van deran têkilî çem dibin. Projeya herî mezin jî hewildana veguhartina Çemê Dîjleyê ya bo kanaleke betonî bû. Bi destê DSÎyê xwestin kanaleke 22 kîlometreyî çêbikin. Ji Pira Rêya Farqînê dest pê kirin û 4 kîlometre çêkirin, lê bi îtîrazan xebat hatin sekinandin. Di vê pêvajoyê de hemû darên li wir hatin birrîn. Hêlînên kîsoyên Dîjleyê hatin tunekirin. Li qadên jiyana perperikên Hevselê yên ku ji avhewaya tropîkal tên, pengav û golçe hatin çêkirin.”
Banga rênedana talanê
Kanay destnîşan kir ku mafê tu kesî tune ye ku vê qadê dagir bike û pêşkêşî rantê bike; wî xwest ku bila Diyarbekirî di vê mijarê de hên hesastir bin û banga xwe wiha bi dawî kir: “Ev der ya gel e û divê rê neyê dayîn ku were talankirin.”
Werger: Omer Dilsoz