Print this page

Li 8 hezar jinan JINKART hat belavkirin

Di çarçoveya projeya piştgiriya civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya JINKART’ê de, di dema duyemîn de li 8 hezar jinan kart hatin belavkirin.

Xebatên projeya JINKARTê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve ji bo hêsankirina jiyana rojane ya jinên bêewlehiya civakî hatibû destpêkirin, berdewam dikin. Di dema yekemîn a projeyê de li 7 hezar jinan JINKART hatibû belavkirin; di dema duyemîn a serlêdanan de ku di 8ê Îlona 2025an de dest pê kir û di 18ê Îlonê de bi dawî bû, bi giştî 50 hezar û 519 jinan ji bo JINKARTê serlêdan kir.

Serlêdan hatin nirxandin

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan serlêdanên hatine kirin li gorî krîterên diyarkirî lêkolîn kirin. Li gorî vê; serlêdanên jinên ku milkên wan ên qeydkirî nînin, di karekî de naxebitin, di navbera temenê 18-64 salî de ne, kartên veguhastinê yên erzan an belaş bi kar nayînin û dahata malbata wan kêm e, hatin nirxandin.

Belavkirina kartan berdewam dike

Piştî qedandina pêvajoya nirxandinê, ji bo dayîna JINKARTê ji 10 hezar jinên ku şert û mercên wan guncav in re xebat hat destpêkirin. Belavkirina kartan li buroya JINKARTê ya li Baxçeyê Milet ku li navçeya Yenîşehîrê ye, tê kirin. Di vê çarçoveyê de heta niha kartên 8 hezar jinan hatine teslîmkirin û belavkirina 2 hezar kartên mayî jî berdewam dike.

Di JINKARTê de mehane wê 90 mafê siwarbûnê hebe

JINKART dê di otobûsên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên li navend û navçeyan de derbasdar bibe û mehane 90 (not) mafê siwarbûn dê tê de bê pênasekirin.

Ev karta ku mafê veguhastina belaş dide jinan, di heman demê de li tesîsên civakî yên ser bi Şaredariya Bajarê Mezin ve %10 (ji sedî deh) daxistinê peyda dike.

Tê armanckirin ku JINKART bibe alîkar da ku jin di qadên aborî, civakî û çandî de bêtir xuya bibin, bibe xwedî hêz û bi awayekî serbixwe cih bigirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery