Hezar û 927 km rêyên gundan hatin vekirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebatên paqijkirina berfê yên ku di 19, 20 û 21ê Rêbendanê de meşandin, li taxên gundewarî yên 10 navçeyan bi giştî hezar û 927,4 kîlometre rê ji çûyînûhatinê re vekirin.

Ekîbên ser bi Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, ji bo ku li herêmên gundewarî yên ku berfeke zêde lê bariya çûyînûhatin neyê birîn, xebatên xwe berdewam kirin. Di xebatên sê rojan de li taxên gundewarî yên navçeyên Licê, Karaz, Hezro, Erxenî, Pasûr, Gêl, Hênê, Farqîn, Pîran û Çingûşê ji bo malîna berfê têkoşîn hat meşandin.

Di encama xebatên ku di 19, 20 û 21ê Rêbendanê de hatin kirin de, li seranserê Diyarbekirê li taxên gundewarî bi giştî hezar û 927,4 kîlometre rê dîsa hatin vekirin. Ekîban bi taybetî ji bo rewşên awarte, xizmetên tenduristiyê û ji bo ku jiyana rojane nesekine, li ser rêyên sereke xebateke dijwar meşandin.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, bi armanca misogerkirina çûyînûhatina ewle ya welatiyan, li herêmên ku berf lê dibare xebatên paqijkirina berfê yên li ser rêyên gundewarî dê bidomînin.

 

Image Gallery