Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatiyan di navbera Teknokent û 500 Evlerê de guzergeheke nû ya veguhastina giştî ava kir û xist ber xizmetê.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, bi armanca hêsankirina hatûçûna nav bajêr û bersivdana daxwazên welatiyan, tora veguhastina giştî fireh dike. Di vê çarçoveyê de, di navbera Teknokent û 500 Evlerê de xeta nû ya otobusê ya bi koda TK dest bi karkirinê kir.
Tê armanckirin ku ev rêgeha nû, bi taybetî çûyînûhatina welatiyên li derdora Teknokentê, derdora zanîngehê û li ser xeta Rêya Rihayê (Şanlıurfa Yolu) dijîn hêsan bike. Xeta Teknokent – 500 Evler dê bi wesayîtekê xizmetê bide û di rojên hefteyê û dawiya hefteyê de di saetên diyarkirî de seferan pêk bîne.
Saetên Seferan
Rojên Hefteyê:
Ji Teknokentê: 07.30, 09.50, 12.10, 14.30, 16.50 û 19.10
Ji 500 Evlerê: 08.40, 11.00, 13.20, 15.40 û 18.00
Dawiya Hefteyê (Şemî): Sefer dê di heman saetan de bên kirin.
Yekşem: Roja Yekşemê sefer nayên kirin.
Rêgeha xeta nû bi vî awayî hat diyarkirin:
Teknokent – Vîllayên Medya – Kent Ormani – Seyrantepe – Tesîsler – Rêya Rihayê (Şanlıurfa Yolu) – Otogar – 500 Evler.