Print this page

Bi barîna berfê re tîman li qadê dest bi xebatê kir

Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi destpêkirina barîna berfê ya li navenda bajêr re daketin qadê. Ji bo ku di şaxên sereke (arter) de astengî di çûnûhatinê de çênebin, xebatên paqijkirina berfê, xwêkirin û paqijkirina peyarêkan bênavber berdewam dikin.

Piştî hişyariya Meteorolojiyê, barîna berfê ya ku êvarê li Amedê dest pê kir, li navenda bajêr bandora xwe nîşan da. Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan û Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, di çarçoveya xebatên amadekariyê yên ku berê hatibûn kirin de daketin qadê û dest bi xebatên têkoşîna li dijî berfê kirin.

Amûrên paqijkirina berfê û ekîpmanên xwêkirinê yên ku ji navenda kordînasyonê ya li navçeya Rezanê (Baxlar) derketin, bi taybetî ji bo ku trafîka li ser şaxên sereke neyê girtin hewldaneke mezin didin. Tîm her wiha berfa li ser peyarêyan jî paqij dikin. Xebat ji bo ku çûnûhatina hundirê bajêr bi awayekî ewle pêk were, bi kordîneyî tên meşandin.

Tîm dê li ser bingeha 24 saetan wezîfedar bin

Li dijî barîna berfê ya ku tê payîn heta êvara 23’yê çileyê bidome, tîm dê 24 saetan li qadê bin û xebatên xwe bênavber bidomînin.

Ji bo şofêran hişyariya tekerên zivistanê

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku herikîna trafîkê neyê astengkirin, hişyarî da welatiyan. Hat bibîrxistin ku bila wesayîtên bê tekerên zivistanê dernekevin trafîkê û ji welatiyan hat xwestin ku heta ji destê wan tê wesayîtên veguhastina giştî bikar bînin.

Ji bo taxên gundewar hişyariya aşîtê

Şaredariya Bajarê Mezin her wiha welatiyên ku li navçeyên çiyayî û taxên gundewar dijîn, li dijî xetereya reniyan (aşîtan) hişyar kirin. Hat destnîşankirin ku divê li van herêman baldar bin û di rewşên neyînî de bi yekîneyên têkildar re bikevin têkiliyê.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery