Kordînasyona Xebatên Dijî Berfê ya ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat damezrandin, li dijî barîna berfê ya ku li bajêr didome, bi 1288 xebatkar û amûran dest bi xebatê kir. Di encama xebatan de li arterên sereke veguhestin bênavber tê peydakirin; li peyarê, derdora nexweşxaneyan û serpireyan jî xebatên paqijkirina berfê û xwêkirinê berdewam dikin.
Barîna berfê ya ku duh êvarê li Amedê dest pê kir, tevahiya şevê dom kir û navenda bajêr spî kir. Li navenda bajêr qalindahiya berfê 25 santîmetre derbas kir. Di çarçoveya Kordînasyona Xebata Dijî Berfê de; ekîbên Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, Daîreya Park û Baxçeyan, Daîreya Karên Tenduristiyê, Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê û şaredariyên Sûr, Kayapinar, Rezan û Bajarê Nû bi 1288 xebatkaran duh êvarê daketin qadê û xebatên xwe bênavber domandin.
Arterên sereke ji trafîkê re vekirî ne
Di encama xebatên dijwar ên ku tevahiya şevê hatin meşandin de, li arterên sereke yên seranserê bajêr herikîna trafîkê bênavber didome. Bi saya midaxaleyên ku bi wesayîtên berfmal û xwêkirinê hatin kirin, bi taybetî li bulvar û kolanên ku trafîk lê zêde ye, ewlehiya rê hat peydakirin.
Xebatên berfmalîn û xwêkirinê
Ekîb li kolan û bulvarên sereke yên navenda bajêr xebatên berfmalîn û xwêkirinê didomînin. Bi taybetî li dijî qeşagirtina ku bi daketina pileyên germê re çêdibe, xebatên xwêkirinê hatin zêdekirin. Xebat bi awayekî koordîne têne meşandin da ku veguhestin neyê sekinandin.
Ji bo peyayan peyarê têne paqijkirin
Di çarçoveya xebatên ku ewlehiya peyayan digirin pêş de, peyarêyên ku welatî zêde bi kar tînin, derdora nexweşxaneyan, serpire û rawestgehên veguhastina giştî ji berfê têne paqijkirin. Ekîb bi mebesta rêgirtina li ber qeza û şimitînê, li van qadan hem berfê paqij dikin hem jî xwê dikin.
Bi berfîkên ku Hevşaredaran belav kiribûn, piştgiriya esnafan
Berfîkên berfê yên ku Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun berê li esnafan belav kiribûn, di van rojên berfê de li qadê hatin bikaranîn. Gelek esnafên li navenda bajêr, ji bo piştgiriya xebatên şaredariyê, berfa ber deriyê kargehên xwe bi wan berfîkan paqij kirin. Ev helwesta piştevanî ya esnafan hem piştgirî da ewlehiya peyayan hem jî xebatên şaredariyê xurttir kir.
‘Wesayîtên veguhastina komî bi kar bînin’
Şaredariya Bajarê Mezin diyar kir ku barîna berfê dê heta êvarê bidome û ekîbên wan dê li qadê bin. Şaredariyê hişyarî da welatiyan ku baldar bin û heta ku ne neçar bin wesayîtên xwe yên taybet dernexin û veguhastina giştî bi kar bînin.
Werger: Omer Dilsoz
Â
