Print this page

Rêyên gundan têne malîn û vekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera 22 û 23’yê Rêbendanê de li ser rêyên taxên gundewarî xebateke dijwar meşand û li 12 navçeyan bi giştî hezar û 627,6 kîlometre rê li trafîkê vekir.

Koordînasyona Xebata Dijî Berfê ya ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin û bi piştgiriya şaredariyên navçeyan hatî avakirin, xebatên xwe yên ku êvara 22’yê Rêbendanê bi hezar û 288 xebatkar û amûran dabû destpêkirin, bê navber didomîne. Li gel navenda bajêr, li rêyên taxên gundewarî jî xebateke giran tê meşandin; dabînkirina veguhestinê û destwerdana di rewşên awarte de wekî pêşînî têne girtin.

Xebatên 22 û 23’yê Rêbendanê

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, tevî şaredariyên navçeyan di 22’yê Rêbendanê de li taxên gundewarî yên navçeyên Pasûr, Lice û Çungûşê xebitîn. Di vê çarçoveyê de li 3 navçeyan 404,6 kîlometre rê ji berfê hat paqijkirin û li trafîkê hat vekirin.

Ji ber berfbarîna 23’yê Rêbendanê, xebatên têkoşînê li qadeke berfirehtir belav bûn. Li taxên gundewarî yên navçeyên Pasûr, Lice, Hezro, Karaz, Çungûş, Çermûk, Erxenî, Hêne, Pîran, Gêlê, Farqîn û Bismilê xebateke dijwar hat meşandin. Di 23’yê Rêbendanê de li 12 navçeyan bi giştî 1.223 kîlometre rê hat vekirin.

Li 12 navçeyan hezar û 627 km rê hat vekirin

Di encama xebatên ku di 22 û 23’yê Rêbendanê de hatine kirin de, li seranserê Diyarbekirê li 12 navçeyan bi giştî hezar û 627,6 kîlometre rêyên taxên gundewarî ji berfê hatin paqijkirin û ji bo hatinûçûnê hatin amadekirin.

Bersiva daxwazên lezgîn hat dayîn

Ekîban di dema xebatan de pêşînî da rewşên awarte. Bi saya rêyên vekirî, ekîbên tenduristiyê karibûn xwe bigihînin nexweşên li gundan û di rewşên pêwîst de nexweş rakirin nexweşxaneyan. Her wiha, wesayîtên ku ji ber berfê li ser rêyan asê mabûn jî ji aliyê ekîban ve hatin rizgarkirin.

 

Image Gallery