Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî barîna berfê bi xebatên ku li seranserê bajêr meşandin rêyên taxên gundewarî yên 15 navçeyan ji çûnûhatinê re vekirin. Li 13 taxên herêmên çiyayî yên Pasûr û Licê de jî, xebatên dijwar ên ekîban ji bo vekirina rêyên girtî berdewam dikin.
Piştî berfa ku hefteya borî li seranserê Amedê bibandor bû, ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin û Tamîrkirina Rêyan, bi koordînasyona şaredariyên navçeyan li ser rêyên taxên gundewarî xebateke berfireh meşandin. Di xebatên ku di dîrokên 24 û 25ê Rêbendanê de hatin kirin de, bi armanca ku welatî di çûnûhatinê de nebin mexdûr, li gelek guzergehan xebatên vekirina rêyan hatin kirin.
Di çarçoveya xebatên 24ê Rêbendanê de; li Pasûrê 145 kîlometre, li Licê 102,7 kîlometre, li Hezroyê 16 kîlometre, li Çungûşê 120 kîlometre, li Çermûkê 245 kîlometre, li Erxeniyê 81 kîlometre, li xeta Hênê–Pîran–Gêlê 500 kîlometre, li Farqînê 83 kîlometre û li Bismilê 33,7 kîlometre; bi giştî 1.326,4 kîlometre rêyên taxên gundewarî ji çûnûhatinê re hatin vekirin.
Di 25ê Rêbendanê de jî xebatên têkoşîna li dijî berfê berdewam kirin. Li Pasûrê 157 kîlometre, li Licê 110,2 kîlometre, li Çungûşê 60 kîlometre, li Erxeniyê 27 kîlometre, li xeta Hênê–Pîran–Gêlê 50 kîlometre û li Bismilê 13 kîlometre rê hatin vekirin û çûnûhatin hat dabînkirin.
Li 15 navçeyan rêyên gundewarî hatin vekirin
Di encama xebatên hatine meşandin de li 15 navçeyan hemû rêyên taxên gundewarî ji çûnûhatinê re hatin vekirin. Li navçeyên Pasûr û Licê jî, nexasim li hin rêyên taxên ku li herêmên bilind û çiyayî ne, xebatên têkoşîna li dijî berfê berdewam dikin. Ekîb li qadê xebatên xwe didomînin da ku rêyên girtî yên van taxan di demeke herî nêz de werin vekirin.
Li 13 taxan xebat berdewam dikin
Xebatên ku ji bo vekirina rêyên taxên Nederanê, Beyrokê, Îniganê, Eskarê, Axçeserê, Kexwasê û Gomanê ên li navçeya Pasûrê û taxên Şaxor, Silgito, Karinçakê, Xosor, Zengesorê û Heşederê yên li navçeya Licê û gundikên (mezra) wan hatine destpêkirin, berdewam dikin.