Print this page

Li Atolyeya Tamîrkirina Kursiyên Bitekerek ji bo 600 kêmendaman xizmeta bêpere

Atolyeya Tamîrkirina Kursiyên Bitekerek a ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xizmetê dide û di vî warî de li bajêr yekane ye, di sala dawî de ji bo 600 hemwelatiyên kêmendam piştgiriya lênêrîn, tamîrkirin û perçeyên yedek bi awayekî bêpere pêşkêş kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Kêmendam û Kalûpîran, bi rêya vê atolyeyê armanc dike ku tevgera serbixwe ya kêmendaman di jiyana rojane de hêsan bike û beşdariya wan a di jiyana civakî de xurt bike. Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Kêmendaman ve têne meşandin de, li gorî daxwazên ku di sala dawî de hatine, lênêrîn û tamîrkirina kursiyên bitekerek ên bi akû û yên manuel hatin kirin.

Hemwelatiyên ku dixwazin sûdê ji atolyeyê werbigirin, bi wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin ji malên wan têne girtin û wan tînin atolyeya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê. Piştî ku karê tamîrkirinê diqede, dîsa wan dibin malên wan.

‘Atolyeya yekane ye, em xizmetê didin parêzgehên derdorê jî’

Midûrê Şaxa Kêmendaman Emin Baran diyar kir ku ev atolye xizmeteke girîng e ji bo piştgiriya jiyana serbixwe ya kêmendaman. Baran bal kişand ser wê yekê ku kursiya bitekerek ji bo wan ne tenê amûrek e û weha got: “Kursiya bitekerek ji bo kêmendamên fîzîkî parçeyekî jiyana serbixwe ye. Xerabûna kursiyê tê wê wateyê ku mirov nikaribe biçe ser kar, neçe dibistanê, negihîje xizmetên tenduristiyê û nikaribe ji malê derkeve. Li Diyarbekirê atolyeya yekane ya di vî warî de di bin banê şaredariya me de ye. Heya niha me bersiva daxwazên bajêr daye. Her weha ji parêzgehên wekî Wan, Êlih û Rihayê jî daxwaz tên û em li gorî derfetên xwe bersiva wan jî didin.”

‘Daxwazeke zêde heye’

Baran destnîşan kir ku daxwazeke mezin li ser atolyeyê heye û bi navînî di hefteyekê de 20 kursî têne tamîrkirin. Baran derbarê xebatan de got: “Di atolyeya me de ligel lênêrîn û tamîrkirinê, guhertina joystick, akû û tekeran jî tê kirin. Atolyeya me di rojên xebatê de di navbera saet 08.00–17.00’an de xizmetê dide. Em vê xizmeta wekhev wekî berpirsiyariyeke giştî dibînin.”

‘Atolye pêdiviyên me bi cih tîne’

Serokê Komeleya Kêmendamên Fîzîkî ya Diyarbekirê Ömer Askan jî kêfxweşiya xwe ya derbarê xebatên şaredariyê de anî ziman. Askan got: “Dema pêdiviya me bi kursiyên bi akû, kursiyên bitekerek an jî darbestan hebe, atolyeya şaredariyê van pêdiviyan dabîn dike. Bi taybetî di mehên zivistanê de di warê veguhastinê de xizmetên pir bi qîmet têne kirin.”

‘Tamîratên ku têne kirin pir girîng in’

Askan destnîşan kir ku ev xebat ji bo wan wekî "heyatî" ne û weha domand: “Ji bo me kêmendaman, kursiya me ya bitekerek û darbestên me, lingên me ne. Şaredariya Bajarê Mezin di vê mijarê de xebatên pir girîng dimeşîne. Belavkirina kursiyan û tamîrkirina wan ji bo me pêdiviyeke mezin e. Ji ber ku bi derfetên xwe peydakirina van tiştan gelek caran ne pêkan e. Lewma xizmetên vê atolyeyê ji bo me pir hêja ne.”

 

Image Gallery