Print this page

Li DÎSMEKê ji bo kursên pîşeyî û hunerî serlêdanan dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku piştgiriyê bide geşedana pîşeyî, hunerî û kesayetî ya welatiyên li bajêr dijîn, di bin banê DÎSMEKê de qeydên kursên belaş dan destpêkirin.

Di çarçoveya kursên Kursên Hunerî û Perwerdehiya Pîşeyî ya Amedê (DÎSMEK) de ku bi kordînasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî têne rêvebirin, di vê serdemê de di warên tarêştina kevir, kuaforî, lênêrîna çerm, çêkirina dar (ahşap), wêne, muzîk, hunerên destan, tekstîl û sêwirana modayê de perwerde werin dayîn. Her wiha, di vê serdemê de kursên E-Bazirganî û Kompîtura Bingehîn jî cara yekem dê bi kursiyeran re werin dîtin.

Bi perwerdeyên ku ji aliyê mamosteyên pispor ve werin dayîn, tê armanckirin ku kursiyer hem jêhatiya pîşeyî bi dest bixin hem jî beşdarî îstihdamê bibin. Di kursên hunerî de jî armanc ew e ku ferd şiyanên xwe pêş bixin û beşdarî hilberînê bibin.

Serlêdanên kursên ku kontenjanên wan sînordar in, heta 8’ê Sibatê dikarin werin kirin. Perwerde dê li Navenda Kursan a Sumerparkê û Navenda Kursan a Goletlîparkê werin dayîn.

Welatiyên ku dixwazin beşdarî kursan bibin, dikarin ji bo serlêdan û agahiyên berfireh serî li navnîşana înternetê ya dismek.diyarbakir.bel.tr bidin

 

Image Gallery