Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca pêşxistina xizmetên ji bo welatiyên astengdar, bi koordînasyona 17 şaredariyên navçeyan "Projeya Nexşeya Astengdaran" dimeşîne. Di çarçoveya vê projeyê de heta niha xwe gihandine 20 hezar welatiyên astengdar.
Xebat ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran ve tê meşandin û armanc ew e ku li seranserê bajêr profîla astengdaran were derxistin û hewcedariyên wan werin tespîtkirin. Şaredariya Bajarê Mezin bi xebatên qadê yên ku bi 17 şaredariyên navçeyan re bi hevkarî dimeşîne, dixwaze nexşeya astengdaran a Amedê ava bike.
Mal bi mal tespît têne kirin
Ekîbên qadê yên ku di çarçoveya projeyê de hatine avakirin, mal bi mal digerin û der barê welatiyên astengdar de tespîtan dikin. Di xebatên ku ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana astengdaran têne kirin de, hemû agahî bi rêya formên taybet têne qeydkirin û di bin banê koordînatoriya xebatên qadê de têne komkirin.
‘Di 9 mehan de em gihîştin 20 hezar welatiyan’
Koordînatorê Giştî yê Xebatên Qadê yê Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran Mustafa Yaşar der barê xebatan de agahî dan û diyar kir ku xebata Nexşeya Astengdaran di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Stratejîk a 2025-2029an a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de tê meşandin. Yaşar got: “Xebata me ya Nexşeya Astengdaran li 17 navçeyan bi 40 xebatkaran berdewam dike. Di xebatên qadê yên ku ji nîsana 2025an vir ve dimeşînin de, di pêvajoya 9 mehan de li seranserê Amedê me xwe gihande 20 hezar welatiyên astengdar.”
Daneyên hatine komkirin bi analîzên zanistî têne nirxandin
Yaşar da zanîn ku daneyên hatine komkirin dê di diyarkirina polîtîkayên xizmetguzariyê yên şaredariyê de roleke girîng bilîzin. Her wiha destnîşan kir ku bi saya van xebatan dê welatiyên astengdar hêsantir bigihîjin xizmetên alîkariya civakî, perwerde û rehabîlîtasyonê.
Yaşar diyar kir ku ekîbên qadê ne tenê daneyan kom dikin û wiha axivî: “Xebatkarên me li qadê di heman demê de xizmeta rêberî û arastekirinê jî dikin. Li gorî hewcedariyên ku têne tespîtkirin, welatiyên me ji bo sazî û dezgehên têkildar têne arastekirin. Daneyên hatine komkirin bi analîzên îstatîstîkî û zanistî têne nirxandin û bingeha daneyan (database) a şaredariya me tê avakirin.”
Werger: Omer Dilsoz