Print this page

Piştî berf, qeşa û xwêkirinê li ser rêyan xebatên nûkirinê dest pê kir

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber barîna berfê ya zêde û çerxa qeşagirtin-helînê, li seranserê bajêr ji bo rêyên ku xera bûne xebateke berfireh a parastin û nûkirinê dan destpêkirin.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Çakkirina Rêyan, piştî barîna berfê ya herî zêde ya salên dawî, ji bo ku çûnûhatin neyê birîn û ewlehiya canî were parastin, li ser rêyên sereke û xalên krîtîk bi şev û roj bi dorê (vardiya) xebatên berfmalîn û xwêkirinê meşandin.

Di asfaltê de qeşagirtin û helîn

Ji ber şert û mercên mêtêorolojîk ên awarte, li ser rûyê rêyan çerxa qeşagirtin û helînê pêk hat. Di dema barîna berfê de û piştî wê, ava ku diket nav şeqên hûrik ên asfaltê, bi şev diçelixî û berfireh dibû, bi rojê jî diheliya. Vê pêvajoyê qata binê asfaltê qels kir, berxwedana rê kêm kir û bû sedema çêbûna qul û çalan.

Bandora xwêkirinê 

Xebatên xwêkirinê yên ku ji bo berdewamiya trafîkê bi neçarî hatin kirin jî pêvajoya helînê lezand. Bi taybetî li derdora qapaxên rogaran, li cihên ku berê pîne lê hatibû kirin û li wan rêyên ku temenê wan ê aborî ber bi dawiyê ve diçû, xirabûn zêdetir diyar bûn.

Xebatên nûkirinê dest pê kir

Piştî ku barîna berfê bi temamî sekinî û germahiya hewayê gihîşt asteke guncaw, beşên rê yên ku zirar dîtine hatin tespîtkirin û xistin bernameya nûkirinê. Li gorî rêza pêşîniyê, xebatên pînekirina demkî û sererastkirina mayinde ya ser rêyan dest pê kir.

Di vê çarçoveyê de, di hefteya dawî de bi 70 ton asfaltê sar xebatên pînekirinê hatin kirin. Çalakiyên parastin û nûkirina rêyan dê li gorî bernameya pîlankirî berdewam bikin.

 

Image Gallery