Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), di civîna asayî ya meha kanûnê de der barê hewcedariya veguhastina giştî ya bajêr de biryareke girîng da. Ji bo şûna wesayîtên ku temenê xwe yê aborî qedandine û ji bo veguhastina deverên nû yên niştecihbûnê, kirîna 150 otobusên nû bi yekdengî hat qebûlkirin.
Di civînê de daxwaza Serokatiya Daîreya Veguhastinê hat nîqaşkirin. Di nirxandinê de hat diyarkirin ku di fîloya Şaredariya Bajarê Mezin de 120 otobus ji ber lêçûnên zêde yên sotemenî û parastinê temenê xwe qedandine û ev wesayît gav bi gav ji xizmetê têne derxistin.
Di hevdîtinan de hat bîrxistin ku piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an, ji aliyê TOKÎyê ve li herêma Habeşî ku nêzî 30 kîlometre dûrî navenda bajêr e, qadeke nû ya niştecihbûnê hat avakirin. Hat destnîşankirin ku li vê herêmê tê pêşbînîkirin ku nêzî 100 hezar kes bijîn û niha jiyan lê dest pê kiriye. Hat destnîşankirin ku veguhastina van welatiyan dê bi otobusên şaredariyê pêk were, lê bi fîloya heyî meşandina vê xizmetê ne pêkan e.
Kirîna 150 otobusan bi yekdengî hat qebûlkirin
Ji bo ku xizmetên veguhastina giştî neteqalibin, wesayîtên kevin nû bibin û bi taybetî hewcedariya welatiyên li xaniyên erdhejê yên Habeşî dijîn were dabînkirin, pêşniyara kirîna 150 otobusan hat dengdan. Pêşniyar bi yekdengî (bi hemû dengan) hat qebûlkirin.
Li cem wezaretan hevdîtin dê dest pê bikin
Piştî biryara meclîsê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pesendkirina kirîna otobusan dê di asta wezaretan de dest bi hewildanên pêwîst bike. Piştî temambûna pêvajoyê, dê ji bo otobusên nû pêvajoya kirînê (îhale) dest pê bike.
Berê 65 otobus li fîloyê hatibûn zêdekirin
Şaredariya Bajarê Mezin, berê jî bi hewildanên li cem wezaretan 65 otobusên nû kirîbûn û xistibûn ber xizmeta gel.