Konseya Bajêr a Amedêbi rojeva parastina Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî civiya. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun dan xuyakirin ku ew ê pirsgirêkan bi şêwir û şefafiyetê çareser bikin û gotin: “Em naxwazin tu kesî mexdûr bikin, lê divê mîrateya dîrokî were parastin.”
32emîn Civata Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê birêve çû. Civîn bi serokatiya Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun pêk hat. Di civînê de parlamenterên DEM Partî û CHP’ê, nûnerên saziyên sivîl, esnaf û gelek welatî amade bûn.
Bucak: ‘Hewsel heqîqeta vî bajarî ye’
Hevşaredar Serra Bucak di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya beşdariyê û diyar kir ku armanca wan ne tenê tespîtkirina pirsgirêkan e, lê belê afirandina çareseriyek hevpar e. Bucak wiha got:
“Baxçeyên Hewselê bi hezarên salan e vî bajarî xwedî dike. Ev der mîrateyek zindî ye. Em dixwazin li ser Hewsel û Pira Dehderî aqilekî hevpar mezin bikin. Divê xelkê Sûrê û kedkarên Hewselê bibin kirdeyên vê pêvajoyê.”
Bucak her wiha destnîşan kir ku ew ê bi zimanekî çêker tevger bikin û daxwazên esnafên li wê herêmê jî guhdar bikin.
Hatun: ‘Em ê wêrankariyên qeyûman bi hev re bicebirînin’
Hevşaredar Dogan Hatun jî bal kişand ser xerabûna ku di serdema qeyûman de çêbûye û diyar kir ku gelek pirsgirêk ji kontrolê derketine. Hatun got:
“Li vir dijminatî tune ye. Em naxwazin tu kes winda bike yan jî mexdûr bibe. Bila esnafên me biaxivin, saziyên me di çarçoveya UNESCO’yê de nirxandinên xwe bikin û em bi hev re çareseriyekê bibînin. Ev der cihê çareseriyê ye.”
Banga ji bo demokrasiya herêmî
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku parastina Hewselê bêyî demokrasiya herêmî nabe û daxwaz kir ku avahiyên qaçax demildest werin rakirin. Parlamenterê CHP’ê Sezgin Tanrikulu jî diyar kir ku Konseya Bajêr zemînekî rewa yê demokrasiyê ye û parastina vê dîrokê berpirsiyariya her kesî ye.
Di civînê de hat destnîşankirin ku dê ji bo parastina mîrateya cîhanî ya UNESCO’yê û rêkxistina derdora Pira Dehderî nexşerêyeke nû were diyarkirin.
Werger: Omer Dilsoz
