Print this page

Jin bi perwerdehiya teknîkî dibin xwedî pîşe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo jinên ku bernameya perwerdehiya tamîr û lênihêrîna klîma, kombî û petekan qedandin, belgeyên beşdariyê da. Hat diyarkirin ku jinên ku ji perwerdehiya yekem a du mehan sûd wergirtine, bi zanyarî û jêhatîbûna xwe li qadê wekî pîşekar dest bi xebatê kirine.

Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê ve, bi armanca bihêzkirina jinan di qadên teknîkî de û zêdekirina xuyabûna wan di van qadan de, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê bernameya perwerdehiya lênihêrîna klîma-kombî û petekan hatibû destpêkirin û xula wê ya duyem bi dawî bû. 13 jin beşdarî bernameya ku du mehan ajot bûn.

Piştî temambûna bernameya perwerdeyê, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê merasîmek hat lidarxistin û belgeyên beşdariyê ji aliyê rahêneran ve radestî kursyeran hatin kirin.

‘Navenda Jiyanê ya Jinan her dem vekirî ye’

Koordînatora Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê Leyla Eleftoz Baran di merasîmê de axivî û destnîşan kir ku navend ne tenê qadeke ji bo kursan e. Baran got: “Îro roja dawî ya kursa me ye, lê ev nayê wê wateyê ku hûn ê êdî neyên vir. Ev der navendeke jiyanê ya jinan e. Ji xeynî kursan, çalakî û perwerdehiyên me yên cuda jî hene. Em dixwazin we dîsa li vir bibînin.”

‘Armanca me ya bingehîn belavkirina atolyeyan e’

Sevda Kayar Gorer ku li ser navê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan axivî, diyar kir ku armanca wan ew e jin di her qada jiyanê de cih bigirin û bi piştevaniyê van qadan berfireh bikin. Gorer wiha axivî: “Îro me belgeyên beşdariyê yên atolyeya klîma-kombî ya ku nêzî du mehan li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê berdewam dikir, dan jinan. Di meha Tîrmehê de 27 jin beşdarî van atolyeyan bibûn û belgeyên xwe girtibûn. Îro jî me atolyeya xwe ya duyem bi beşdariya 13 jinan bi dawî kir. Me li gorî nêrîn û pêşniyaran pêvajo nirxand. Li gorî bersivên jinan, me dest bi plankirina atolyeya bê kir. Wekî Daîreya Polîtîkayên Jinan armanca me ya bingehîn ew e ku em van atolyeyan belav bikin û bi daxwazên tên, naverokan dewlemendtir bikin.”

‘Niha jinên ku vî karî bi pîşeyî dikin hene’

Gorer destnîşan kir ku piştî atolyeya yekem wan bertekên erênî ji jinan girtine û bal kişand ku kurs encamên berbiçav didin: “Sedema herî girîng a dubarekirina vê atolyeyê, ew bersivên ku me ji jinan girtine bûn. Niha jinên ku bi zanyariyên di van atolyeyan de girtine li qadê bi awayekî çalak dixebitin, vî karî bi pîşeyî dikin û ji aliyê aborî ve piştgiriyê didin xwe, hene. Me ji jinên ku beşdarî her du atolyeyan bûne bersiv girtin û ankêtên nirxandinê çêkirin.”

 

Image Gallery