Print this page

Şaredarî piştgiriya perwerdeyê dide xwendekaran

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), ji bo malbatên ku zarokên wan îsal cara yekem li zanîngehê bi cih bûne, teqsîta duyem a piştgiriya perwerdehiyê ya 10 hezar TL’yî razand ser hesabê wan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca xurtkirina "yeksaniya derfetan di perwerdehiyê de", piştgiriya xwe ya darayî ya ji bo xwendekaran didomîne. Di çarçoveya bernameya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de, teqsîta duyem a piştgiriya ku ji bo xwendekaran hatibû veqetandin, di meha Sibatê de ket ser hesabên wan.

6 hezar û 631 xwendekar sûd werdigirin

Piştgirî ji bo xwendekarên ku li Amedê rûdinin û îsal cara yekem li zanîngehên dewletê yan jî li beşên %100 burs ên zanîngehên taybet hatine qebûlkirin, tê dayîn. Li gorî daxuyaniya şaredariyê, 6 hezar û 631 xwendekar ji vê xizmetê sûdê werdigirin.

Piştgiriya giştî gihîşt 20 hezar TL’yî

Berê, teqsîta yekem a vê piştgiriyê di meha Mijdarê de wekî 10 hezar TL hatibû dayîn. Bi razandina 10 hezar TL’yê din di meha Sibatê de, piştgiriya giştî ya ji bo her xwendekarekî gihîşt 20 hezar TL’yî. Bi vê gavê re, tenê di meha Sibatê de 66 mîlyon 310 hezar TL piştgiriya neqdî ji bo malbatên xwendekaran hat veguhestin.

Budçeya perwerdehiyê: 132 milyon TL

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi van her du teqsîtan, bi giştî 132 mîlyon 620 hezar TL ji bo xwendekaran xerc kir. Hat ragihandin ku xwendekarên ku mafê piştgiriyê bi dest xistine, bi rêya SMS’ê hatine agahdarkirin.

 

Image Gallery