Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca bikaranîna rast a çavkaniyên avê yên ku kêm dibin, li xalên cuda yên bajêr dest bi xebatên şînkayiyê yên bi piştgiriya peyzaja hişk kir.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji bo tesarufa avê, li navenda bajêr mînakên peyzaja hişk belav dike. Ji ber ku çavkaniyên avê roj bi roj kêm dibin, serokatiya daîreyê di polîtîkayên şînkayiyê de guhertinên girîng kirin û di sezona 2026an de di çarçoveya xebatên peyzaja hişk de çatrêkên bajêr ji nû ve saz dike.
Çatrêka Dinyayê ji nû ve tê sazkirin
Di çarçoveya xebatan de, li navçeya Kayapinarê li ser Bûlvara Diclekentê, di Çatrêka Dinyayê de pêvajoyeke nû ya sazkirinê ku giranî dide peyzaja hişk hat destpêkirin. Di çatrêka ku rûberê wê 8 hezar metrekar e de, tîman di qonaxa yekem de dest bi nûkirina pergalên avdanê û rakirina qadên çîmenê kirin.
Ji bo tesarufa avê qadên çîmenê kêm dibin
Ji ber tesarufa avê qadên çîmenê bi rêjeyeke mezin tên kêmkirin. Di vê xebatê de, ew riwekên ku zerar dîtine ji cihên wan hatin derxistin û xistin nava guldankan. Ev riwekên ku dê di guldankan de werin xwedîkirin, dê li qadên cuda werin nirxandin.
Piştî qedandina karên binerdî, tîm dê bi lez dest bi karên sererdî bikin. Di Çatrêka Dinyayê de dê hêmanên peyzaja hişk, amûrên cudakirina çîmenê, berê dolomîtê û cihrayê werin bikaranîn û qad ji nû ve were sêwirandin.
Qad dê bi ronahiyan estetîktir bibe
Di vê xebatê de dê cureyên cuda yên dar û riwekan jî hebin. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan dê bi pergalên ronahîkirinê re dîmenekî estetîktir bide çaryanê.
Şaredariya Bajarê Mezin dê bi heman armancê li çaryanên navçeyên Kayapinar, Rezan (Baxlar), Sûr û Yenîşehîrê jî xebatên mîna hev bimeşîne.
Tesarufa avê dê pêk bibe
Bi saya van xebatan, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê rê li ber bikaranîna zêde ya avê bigire û tesarufeke girîng peyda bike.
Â
