Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), di çarçoveya Protokola Bernameya Bajarên Dostên Jinan III de, avakirina Yekeya Wekheviyê bi yekdengî qebûl kir.
Danişîna sêyemîn a civîna asayî ya meha sibatê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi serokatiya Hevşaredar Dogan Hatun pêk hat. Di civînê de, ji bo pêkanîna erkên di çarçoveya Protokola Bernameya Bajarên Dostên Jinan III de (ya ku di navbera Şaredariya Mezin û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) de hatibû îmzekirin) bi awayekî çalak û domdar, pêşniyara avakirina Yekeya Wekheviyê hat nîqaşkirin û bi yekdengî hat qebûlkirin.
Yekeya Wekheviyê ya ku dê di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê de bixebite;
•Dê bi analîzên li ser bingehê daneyan hewcedariyan diyar bike,
•Dê perspektîfa wekheviyê bide pêvajoyên planên stratejîk û budçeyê,
•Dê bi sazî û rêxistinên civakî yên sivîl re bi hevkarî xebatan bimeşîne.
Ev yeke ne tenê biryareke îdarî ye; dê di heman demê de xizmetê ji xurtkirina têgihiştineke rêveberiya herêmî ya adil, berfireh û wekhev re bike.
Bernameya Bajarên Dostên Jinan III
DBB, di gulana 2025’an de beşdarî Bernameya Bajarên Dostên Jinan III bû. Ev bername bi piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropayê (YE), bi hevkariya TBB’ê û bi cîbicîkirina Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) tê meşandin. Armanca bernameyê ew e ku jin bigihîjin hemû xizmet, çavkanî û mekanîzmayên biryargirtinê yên bajêr û bi awayekî çalak beşdarî jiyanê bibin.
Di çarçoveya vê bernameya ku dê sê salan bidome de, 25 şaredariyên ku Amed jî di nav de ye, dê piştgiriya teknîkî wergirin. Di van şaredariyan de dê yekeyên wekheviyê, meclîsên wekheviyê yên herêmî û komîsyonên wekheviyê werin avakirin an jî yên heyî werin xurtkirin. Her wiha, dê Planên Çalakiyê yên Wekheviya Herêmî werin amadekirin. Bi vî awayî, parastin û xurtkirina mafên jinan dê bibe yek ji qadên xebatê yên bingehîn û herdemî yên rêveberiyên herêmî.