Print this page

Pira çanda devkî ya ji raboriyê ber bi siberojê ve: Mala Çîrokbêjan

Mala Çîrokbêjan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatî vekirin, wekî xaleke hevdîtinê ya çandî xizmetê dide. Li vir welatiyên temenmezin ezmûnên xwe ji nifşên ciwan re radigihînin, çanda devkî didin jiyandin û piştgiriya civakî xurt dikin.

Mala Çîrokbêjan, ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetguzariyên Astengdar û Kalûpîran ve bi armanca xurtkirina ragihandina navbera nifşan û tevlêkirina welatiyên temenmezin di nav jiyana civakî de, di meha kanûnê de li navçeya Baxlarê, di nav parka Koşuyoluyê de hat vekirin û xebatên xwe didomîne.

Di vê navendê de ku di bin banê Midûriyeta Şaxê ya Xizmetguzariyên Kalûpîran de kar dike, tê armanckirin ku mîrateya bihêz a rabirdûyê ji nû ve zindî bibe û zanîn û ezmûnên nifşên kal bi nifşên ciwan re bigihêjin hev. Ev qada ku ji bo parastin û jiyandina çanda devkî wekî xaleke girîng a hevdîtinê hatiye sêwirandin, heftê 6 rojan di navbera saet 08.00-17.00an de ji bo serdana welatiyan vekirî ye.

Navenda bîra çandî

Mala Çîrokbêjan ne tenê cihê çîrokbêjiyê ye, di heman demê de xwediyê taybetmendiya navendeke bîra çandî ye. Li vir çîrokbêj û hostayên hunerên destan, çîrokên ku ji jiyana wan filitîne bi mêvanan re parve dikin. Bi saya van hevdîtinên ku nifşên ciwan jî tê de cih digirin, tê xwestin ku ne dewlemendiya zimanî û ne jî rehên çandî neyên jibîrkirin.

‘Em sûdê ji ezmûn û zanînên wan werdigirin’

Midûrê Şaxê yê Kalûpîr û Astengdaran Diyar Oguzsoy li ser xebatên Mala Çîrokbêjan agahî dan û diyar kir ku ligel modernîzmê qutbûna nifşê ciwan ji zimanê dayikê, di civakê de bûye sedema hinek xerabiyan. Oguzsoy bal kişand ser girîngiya veguhastina mîrateya çandî û destnîşan kir ku ew dixwazin bi taybetî ji ezmûn û zanatiya welatiyên temenmezin sûdê werbigirin. Oguzsoy weha axivî: “Em armanc dikin ku dîroka devkî ji nifşên ciwan re ragihînin. Dema em vê veguhastina çandî pêk tînin, em hewl didin têkiliya wan a bi ziman re jî xurt bikin.”

‘Di heman demê de wekî lokalekê tê bikaranîn’

Oguzsoy da zanîn ku welatiyên bi herdemî tên wir hene, lê ew armanc dikin ku jinan jî daxilî nav vê pêvajoyê bikin û wiha pê de çû: “Di vî warî de em hewl didin wekî îro bi nifşên ciwan re werin cem hev. Ji bilî vê veguhastinê, ev der bi awayekî çalak wekî lokalekê jî tê bikaranîn. Em derfeta wê yekê didin welatiyên temenmezin ku di nava rojê de li vir wextê xwe derbas bikin û bi kêmanî ji îzolasyona civakî dûr bikevin. Li vir em hinek tiştan îkramî wan dikin, derfeta sohbetê didin wan û bi çalakiyên mîna satrencê ku hişê mirov vedike, wextê xwe derbas dikin.”

‘Gelek tişt hene ku em bidin hev’

Oguzsoy anî ziman ku rewşa dûrbûna ji rehan di her kesî de heye û her kes bi polîtîkayên asîmîlasyona çandî re rû bi rû maye. Oguzsoy diyar kir ku bi Mala Çîrokbêjan re hinek tiştên ku guhên mirov pê mebest in, dest bi jiyanê kirine. Oguzsoy destnîşan kir ku ev qad ji her kesî re vekirî ye û bi vî rengî bang li welatiyên temenmezin kir: “Em dixwazin ji ezmûnên we sûdê werbigirin, gelek tişt hene ku em bidin hev û li hev zêde bikin.”

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery