Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de bi nîşandana fîlman, panel, forum û konseran çalakiyên pirzimanî li dar dixe.
Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, bernameyeke berfireh amade kiriye ku tê de ji nîşandana fîlman heta panelan, ji foruman heta konseran gelek çalakî cih digirin. Çalakiyên ku dê di navbera 19-22yê Sibatê de werin lidarxistin, dê herî zêde li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û li gelek cihên cuda werin kirin.
19ê Sibatê: Nîşandana Fîlman
Çalakî dê roja Pêncşemê, 19ê Sibatê, saet di 20.00an de li Çand Amedê bi nîşandana fîlman dest pê bikin. Di çarçoveya bernameyê de belgefîlma “Zimanê Dayikê – Serkew Mesgarî” û kurtefîlma “Xewna Bêziman – Mazlum Baran” dê derkevin pêşberî temaşevanan.
Şano û Stand-up
Roja Înê, 20ê Sibatê, bername dê bi şano û performansên ser dikê berdewam bike. Lîstika bi navê “Hişê Min Tevlihev Bû” saet di 11.00an de li Çand Amedê tê lîstin.
Heman rojê saet di 14.30an de li Parka Gulanê, bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê çalakiyek dê pêk bê.
Êvarê saet di 20.00an de jî li Çand Amedê, lîstika stand-upê ya Dawiya Dawî (Ozcan Ateş) dê derkeve pêşberî temaşevanan.
21ê Sibatê: Panel, Forum û Konser
Roja Şemiyê, 21ê Sibatê, panela bi navê “Zimanê Dayikê û Perwerde” tê lidarxistin. Di panelê de ku saet di navbera 13.30-15.30an de li Çand Amedê ye; Prof. Dr. Yasemin Oral Saribaş, Prof. Dr. Bulent Bilmez, Prof. Dr. Christoph Schroeder, Dr. Salim Orhan, Dr. Cuma Çiçek û Dr. Bahar Onguç wekî axivger cih digirin. Di panelê de têkiliya zimanê dayikê û perwerdeyê bi her alî ve tê nirxandin.
Foruma zimanên di bin talûkeyê de
Heman rojê li Çand Amedê saet di navbera 15.45-17.15an de foruma "Zimanên Di Bin Talûkeyê De" tê lidarxistin. Moderatoriya forumê Dr. Ronayî Onen dike.
Di forumê de Deniz Gunduz (Kirmanckî), Firat Mercan (Ermenkî), Îrfan Çagatay (Lazkî), Saliba Açiç (Suryankî), Emel Ozdemir (Çerkeskî) û Mahir Ozkan (Hemşînkî) wekî axivger beşdar dibin û dê rewşa zimanên di bin metirsiyê de û xebatên parastina wan nîqaş bikin.
Çalakiya dawî ya rojê jî saet di 20.00an de konsereke muzîkê ye. Di konserê de xwendekarên Konservatuwara Aram Tigran dê bi Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî), Ermenkî û Suryankî stranan bibêjin.
Çalakî dê roja Yekşemê, 22ê Sibatê, saet di 13.00an de bi lîstika şanoyê ya “Hişê Min Tevlihev Bû” bi dawî bibin.
