Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, serdana zarokên ku li Beşa Onkolojiya Zarokan a Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî tên dermankirin kir û lîstok û malzemeyên hîjyenê diyarî wan kir.
Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Bi Gel Re, bi armanca moraldayîna zarokên ku bi nexweşiya pençeşêrê ketine û tên dermankirin, serdaneke taybet pêk anî. Di çarçoveya vê serdanê de ji bo nexweşên zarok lîstokên curbecur û kîtên hîjyenê hatin belavkirin.
Beşdarên serdanê
Di vê serdana bi wate de Endamê Meclîsa Daîmî ya Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Emin Ay, Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Berivan Guneş û Midûra Şaxa Têkiliyên Gel Bahar Soysal cih girtin.
Di dema serdanê de Pisporê Hematolojî û Onkolojiyê Dr. Nurettin Okur û Midûra Xizmetên Lênêrîna Tenduristiyê Hatice Koç jî bi şandeyê re bûn. Şandeya şaredariyê daxwaz û pêşniyarên malbatan guhdar kirin û ji bo çareseriyê gihandin yekeyên peywendîdar.
Kêfxweşiya malbat û zarokan
Zarok û malbatên wan, ji ber vê serdana moralê û diyariyan kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya rayedarên şaredariyê kirin.