Print this page

Li Zarokistanê çalakiya ‘Sêva Mêxekrêj’ hate lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên Zarokistan û Malên Piştgiriya Perwerdehiyê yên li Baxcilar û 450 Evlerê de, çalakiya “Sêva Mêxekrêj” li dar xist. Di çalakiyê de zarokan tevî malbatên xwe sêv bi mêxekan xemilandin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi armanca piştgirîkirina kordînasyona dest-çav û jêhatîbûna motorî ya hûr a zarokan, çalakiya “Sêva Mêxekrêj” li dar xist. Di çalakiya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan ve hate organîzekirin de, 500 zarok tevî malbatên xwe beşdar bûn. Mamosteyan li ser maseyên hatine amadekirin qonaxên xebatê bi pratîkî nîşan dan û ji nêz ve bi zarok û malbatan re eleqedar bûn.

Li ber her zarokekî sêvek û mêxek hatin danîn; zarokan bi baldarî sêvên xwe xemilandin. Di çalakiya ku bi muzîkê hate birêvebirin de, zarokan hem wextên xweş derbas kirin hem jî ezmûna hilberîna bi hev re jiyan.

Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan, Endama Meclîsê Emîne Akin û Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman jî beşdarî çalakiyê bûn û bi zarokan re sêv bi mêxekan xemilandin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery