Sedemên têkoşîna Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Konseya Bajêr a li dijî avahîsazî û dagirkeriya li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî, piştî baranên dawî bi hişyariyên lehiyê û di bin avê de mana hin kargehan bi awayekî berbiçav derket holê.
Pira Dehderî ya dîrokî ku di serdema Merwaniyan de sala 1065’an li ser rûbara Dîcleyê hatî avakirin û nêzî hezar sal in li ser piyan e, di salên dawî de ji ber zêdebûna avahîsazî û çalakiyên bazirganî yên li derdora wê, hem ji aliyê ekolojîk hem jî ji aliyê çandî ve di bin rîskê de ye. Betonkirina ku ji sala 2016’an ve li derdora pirê (ku parçeyekî giring ê peyzaja xwezayî ya Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hewselê ye) lez girtiye, dibe sedema kombûna moloz û dagirtina nav rûbarî. Di heman demê de qirêjiya deng û xebatên kargehan gefê li ser bi sedan cureyên riwek û ajalan dixwe. Pispor û rêxistinên pîşeyî balê dikişînin ser rîska lehiyê û diyar dikin ku avahiyên li ber rûbarî dikarin encamên giran li ser jiyana xwezayî ava bikin.
Civata Giştî ya Konseya Bajêr
Konseya Bajêr a Amedê, 32’emîn Civata xwe ya Giştî ya Asayî di 4’ê Sibatê de bi rojeva avahiyên bêplan û dagirkirina qadên giştî yên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî pêk anî. Di civatê de hat destnîşankirin ku parastina Baxçeyên Hewselê û Geliyê Dîcle ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê de ne, ne tenê berpirsiyariyeke herêmî, lê belê berpirsiyariyeke gerdûnî ye. Konseya Bajêr bang li hemû sazî û welatiyan kir ku ji bo rêgirtina li avahîsaziya bêkontrol û dagirkeriyê berpirsiyariyê hildin ser milê xwe.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku hevsengiya parastin-bikaranînê tenê bi têgihiştineke beşdar, şaffaf û zanistî dikare pêk bera.
‘Avahîsazî gefeke mezin e’
Pispor diyar dikin ku Baxçeyên Hewselê di sala 2015’an de bi girtina Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê re bûye mîrateya hevpar a hemû mirovahiyê. Wan destnîşan kir ku pirsgirêkên milkdarî, birîna daran û avahiyên li ber rûbarê gefên mezin in. Pispor radigihînin ku avahiyên li ber Dîcleyê ne tenê rîskên dîrokî û çandî, di heman demê de rîskên ekolojîk jî di nav xwe de dihewînin.
Hişyariya valakirinê ji DSÎ’yê
Dema ku li bajêr rewşa kargehên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî dihat nîqaşkirin, piştî baranên zêde hişyariya Midûriyeta Herêmî ya 10’emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) nîşan da ku pêkhateyên bajêr di fikarên xwe de çiqas mafdar in.
DSİ’yê ragihand ku ji ber baranên zêde û herikîna zêde ya avê ber bi hewzeyên bendavan ve, dibe ku av bi awayekî kontrolkirî were berdan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku niştecîhên li ber rûbar û li qeraxên çeman baldar bin, nekevin nav rûbar û li hemberî bilindbûna ji nişka ve ya asta avê tedbîran bigirin.
Hin kargeh di bin avê de man
Piştî vê daxuyaniyê hat dîtin ku asta ava rûbara Dîcleyê bilind bûye û beşek ji hin kargehên li ber rûbarê di bin avê de mane. Ev rewş bû sedem ku mijara ewlehiya avahiyên li herêmên bi rîska lehiyê careke din bibe mijara nîqaşê.
Nîqaşa rîska lehiyê û avahîsaziyê
Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku hiştina herikîna xwezayî ya rûbar û qadên lehiyê, hem ji bo ewlehiya can û mal û hem jî ji bo parastina ekosîstemê xwedî giringiyeke mezin e.
Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin û Konseya Bajêr jî diyar dikin ku hewildanên ji bo rakirina dagirkeriyê û rêgirtina li avahiyên bêplan ên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî, piştî geşedanên dawî hîn giringtir bûne. Nûnerên saziyên sivîl ên bajêr jî destnîşan dikin ku parastina xwezaya Geliyê Dîcleyê ne tenê meseleyeke estetîk an turîstîk e, di heman demê de ji bo kêmkirina rîskên karesatan (afat) jî jiyanî ye.
Werger: Omer Dilsoz
Â
