Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, maça Amedspor û Sakaryasporê ya ku li Stadyuma Diyarbekirê hat lîstin, temaşe kir.
Amedspor a ku di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze, di hefteya 25an a lîgê de li mala xwe bû mazûvanê Sakaryasporê. Maça li Stadyuma Diyarbekirê, ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak û Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar ve li Tribûna Rojhilat ligel alîgiran hat temaşekirin.
Maç 1-1 bi wekhevî bi dawî bû û bi vê encamê Amedspor di lîgê de daket rêza 3yemîn.