Hevşaredar Bucakê serdana rawestgeha taksiyan kir

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi esnafên taksîvan re hat cem hev.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tevî Hevberdevkê Meclîsa Şaredariyê Ayhan Karatekin, Endama Meclîsa Daîmî Gulay Kiliç û Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu, li taxa Bagcilar a navçeya Rezanê serdana rawestgeheke taksiyan kir.

Hevşaredar Bucak a ku ji aliyê esnafên taksîvan ve hat pêşwazîkirin, bi esnafan re hevdîtin kir û guh da pirsgirêk û daxwazên wan.

Bucak der barê daxwaza esnafan a ji bo "zamê" de diyar kir ku xebatên wan berdewam dikin û destnîşan kir ku ew ê li nêrîna gel jî guhdar bikin; hewl didin rêyeke wisa peyda bikin ku tu alî (ne esnaf ne jî gel) neyên mexdûrkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30