Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, li bazara taxê etîketên bihayan ên bi kurdî û ji bo kargehan jî tabela belav kirin.
Serperiştkariya Parastin û Pêşxistina Ziman ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, çalakiyên xwe yên ji bo 21’ê Sibatê didomîne.
Di çarçoveya bernameyê de Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, Midûriyeta Parastin û Pêşxistina Ziman, endamên meclîsa Şaredariya Peyasê, Midûriyeta Çandê, Komîsyona Ziman û nûnerên saziyên civakî, bi armanca zêdekirina hestiyariya ziman serdana esnafên bazara taxê kirin.
Etîketên bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî)
Li bazara taxê, ji bo fêkî û sebzeyan etîketên bihayan ên ku navên wan bi Kurmancî û Kirmanckî li ser hatine nivîsandin hatin belavkirin. Her wiha ji kargehan re jî tabelayên deriyan ên ku li ser wan bi kurdî “Vekirî-Girtî” û “Hûn Bi Xêr Hatin” nivîsandî ne, hatin dayîn.
Çalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê
Di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Midûriyeta Parastin û Pêşxistina Ziman ve hatiye amadekirin de, di navbera 19-22’yê Sibatê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê; ji nîşandana fîlman heta panelan, ji foruman heta konseran gelek çalakî dê bên lidarxistin.