Print this page

Hevşaredar Bucak, etîketên pirzimanî li esnafan belav kirin

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di çarçoveya çalakiyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, serdana bazara taxê ya li ser Kolana Aram Tîgran kir û etîketên ku navên fêkî û sebzeyan bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) li ser in, li esnafan belav kirin.

Ji bo ku bi helkefta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di qada giştî de xuyabûna zimanên dayikê zêde bibe û di jiyana rojane de bêtir belav bibe, di çarçoveya bernameya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve hat lidarxistin de, etîket û tabelayên bi Kurmancî û Kirmanckî li esnafan hatin belavkirin.

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelik, li bazara taxê ya ku li ser Kolana Aram Tîgran hatibû avakirin, bi welatiyan re hatin cem hev.

Hevşaredar yek bi yek li ser dezgehên bazarê geriyan, etîketên ku navên fêkî û sebzeyan bi Kurmancî û Kirmanckî li ser in dan esnafan û der barê xebata ku dimeşînin de agahî dan.

Hevşaredaran bi esnaf û welatiyan re sohbet kirin û bal kişandin ser parastina zimanê dayikê û destnîşan kirin ku 21’ê Sibatê ne tenê rojeke sembolîk e. Di dema serdanê de welatiyan piştgirî dan serlêdana etîketên pirzimanî û diyar kirin ku divê zimanê dayikê bê parastin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery