Print this page

Hevşaredar Bucak li Erxenî lêkolîn pêk anîn

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li navçeya Erxeniyê li qada otogara nû, otogara kevin û li ser rêyên hinek taxan lêkolîn pêk anîn; her wiha bi esnaf û nûnerên kooperatîfan re hat cem hev û guhdariya daxwaz û pêşniyarên wan kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarên Erxenî Birsen Azak Bayar û Şiyar Guldiken, tevî Alîkarê Sekreterê Giştî yê DBB’ê Aziz Ozdogan li navçeya Erxenî lêkolînên qadê kirin.

Di çarçoveya bernameyê de Hevşaredar Bucak pêşî çû qada otogara nû ya ku çêkirina wê bi dawî bûye lê hîn neketiye xizmetê û derbarê rewşa teknîkî û fîzîkî ya otogarê de ji rayedaran agahî girt.

Piştre Hevşaredar Bucak derbasî otogara kevin bû û li wir bi xwediyên fîrmayan û esnafan re hat cem hev. Di hevdîtinan de pêşniyar û daxwazên nûnerên karsazan, esnafên otogar û bazarê hatin guhdarkirin; her wiha pirsgirêkên di dema xebatê de û hêviyên çareseriyê hatin nirxandin. Di çarçoveya têkiliyên li otogara navçeyê de bi endamên kooperatîfên mînîbus û otobusên navbajarî û navbajariyê re jî hevdîtin hatin kirin.

Hevşaredar Bucak û heyeta pê re, di berdewamiya bernameyê de li taxên Makam Dağı û Bagürê li ser hinek rêyan û li ser zeviyên çandiniyê yên ku Şaredariya Erganiyê lê çandinî kiriye lêkolîn pêk anîn. Nirxandinên derbarê rewşa rêyan, hewcedariyên binesaziyê û sererastkirinên gengaz li cihê wan hatin kirin û bi yekîneyên têkildar re kordînasyon hat peyda kirin.

 

Image Gallery