Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, bi xebatkarên Serokatiya Daîreya Agirkujî û Daîreya Karên Afetê û Birêvebirina Rîskê re hat bal hev, guhdariya daxwaz û mercên xebata wan kir.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo nirxandina mercên xebatê û daxwazên kedkarên şaredariyê, plankirina gavên çareseriyê û tespîtkirina karên pêşerojê, civînên xwe yên bi kedkaran re didomîne. Di vê çarçoveyê de, Hevşaredar Serra Bucak li Salona Konferansê ya Alî Emîrî bi xebatkarên her du daireyan re rûnişt.
Di civînê de tevî Hevşaredar Bucak; Hevberdevkên Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Sekreterê Giştî yê DBB’ê Serdar Bakiroglu, Serokê Daîreya Agirkujiyê Metîn Alar, Serokê Daîreya Karên Afetê Azad Yildiz, Hevserokên Şaxê yê Tum Bel-Senê Mehmet Candar û Çagla Sanay, Hevserokên Şaxên Genel-Îşê Heval Anahtarkaya, Sebahat Sever, Behçet Barut û ji Personel A.Ş. Omer Filîtoglu amade bûn.
‘Her du daire jî xwedî girîngiyeke jiyanî ne’
Sekreterê Giştî yê DBB’ê Serdar Bakiroglu di axaftina destpêkê de diyar kir ku her du daire ji bo ewlehiya can û malê welatiyan xwedî girîngiyeke jiyanî ne. Bakiroglu destnîşan kir ku li Oglakli û Teknokentê xebatên avakirina kampusê hene û ew ê ji bo zêdekirina kapasîteya agirkujiyê xebatên xwe bidomînin.
Hevşaredar Bucak: Me xebatkar girtin û alavên xwe nû kirin
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî anî ziman ku armanca bingehîn a vê civînê tespîtkirina pirsgirêkan û nirxandina wan a objektîf e. Bucak weha axivî:
“Em nêzîkî tijekirina sala xwe ya duyemîn dibin; me saleke dijwar derbas kir. Mîraseke girîng a vê pratîka rêveberiya herêmî heye, lê piştî wê pêvajoyeke 'birêvebirina bi zorê' hebû ku we jî kişand. Bandora vê li her daireyê tê dîtin. Me dît ku di dema qeyûman de yekîneya agirkujiyê bi awayekî sîstematîk bêxwedî hatiye hiştin. Dema em hatin, me 75 xebatkarên agirkujiyê girtin, wesayît kirîn û me hewl da alavên xwe nû bikin. Bajar mezin bûye; em dizanin ku li navçeyan pêdivî bi navendên kordînasyonê heye. Em nabêjin me di du salan de gihandiye asteke pir baş, lê xebatên me berdewam dikin.”
Xebatkaran daxwazên xwe anîn ziman
Piştî axaftinan, xebatkarên şaredariyê li ser mijarên wekî mercên giran ên xebatê, bandorên fîzîkî û psîkolojîk, kêmasiya wesayîtan, daxwaza hangan (stargeha wesayîtan) û qadên xebatê daxwazên xwe anîn ziman.
Her wiha hat destnîşankirin ku mercên fîzîkî yên agirkujiyê ji bo jinan ne guncav in û divê qadên nû yên ku bên avakirin li gorî wekheviya zayendî bên sêwirandin.