Çanda hevîrtirşî ya sed salan ber bi pêşerojê ve tê veguhestin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zindîhiştin û belavkirina çanda hevîrtirşî ya sed salan li seranserê bajêr, atolyeyek li dar xist. Akademisyen û pisporan bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya genim û feydeyên hevîrtirşî yên ji bo tenduristiyê.

Yekeya Gastrononî û Markabûnê ya ser bi Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, bi hevkariya Klûba Rotary ya Amedê atolyeyek li dar xist. Gelek welatî beşdarî vê atolyeyê bûn.

Rêwîtiya dîrokî ya genim hat vegotin

Di çarçoveya atolyeyê de Hîndekarê Beşa Aşpêjiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Cuneyt Ateş, di çarçoveya sosyolojiya xwarinê de behsa cihê genim ê di dîroka mirovahiyê de kir. Ateş destnîşan kir ku genim li ser vê axê ne tenê dexl e; sembola bawerî, ked û jiyanê ye.

Hevîrtirş ‘dostê mîdeyê’ ye

Xwendekara Beşa Aşpêjiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Zumrût Biçkin jî derbarê pêvajoya amadekirina hevîrtirşî û awayê parastin û zêdekirina wê ya ji bo salên dirêj agahî dan. Biçkin diyar kir ku hevîrtirş li gorî hevîrtirşên din bixurêtir e û herisînê hêsan dike.

Pispora Xwedîkirina Fonksiyonel Funda Akinci jî bal kişand ser feydeyên tenduristiyê û diyar kir ku nanê bi hevîrtirş ji bo tenduristiya mîde û rûvîkan gelekî bikêrhatî ye.

‘Ji bo mîrasa çandî gaveke girîng e’

Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş diyar kir ku atolyeya hevîrtirşî ji bo mîrasa çandî ya Amedê gaveke girîng e. Yaş da zanîn ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de di warê gastronomiyê de xebat tên meşandin û got ku ev çalakî bi hemû pêkhateyên bajêr re bi hev re hatiye kirin.

‘Atolye hem hilberînê hem jî hişmendiyê zêde dikin’

Yaş destnîşan kir ku Odeya Înovasyonê ya ku ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) ve di çarçoveya xebatên gastronomiyê de hatî avakirin, hewldaneke biqîmet e. Yaş got: “Ji bo em karibin çanda xwe bi cîhanê bidin naskirin, gavên bi vî rengî xwedî girîngiyeke mezin in. Atolye hem hilberînê zêde dikin hem jî hişmendiyê ava dikin.”

‘Jiyan li ser bereketa genim hat avakirin’

Yaş bal kişand ser têkiliya genim û çandê û bi bîr xist ku di zimanê wan de têgeha "kultur" bi peyva “çand” (bi wateya çandin û dirûnê) tê îfadekirin. Yaş anî ziman ku şopên yekem ên jiyana niştecihî li şûnwarê Qotê Berçem hatine dîtin û got ku genim cara yekem li vê coxrafyayê hatiye xwarin û jiyan li ser bereketa genim hatiye avakirin.

Zeynep Yaş diyar kir ku endustrîbûnê zirar daye şêwazên hilberîna kevneşopî û destnîşan kir ku ev atolye ji bo têkilîdanîna bi paşerojê re girîng e. Yaş got ku divê çanda zibareyê dîsa were xurtkirin û destnîşan kir ku li Amedê dîtina gelek bermayiyên destarên kevirî, nîşaneya berbiçav a têkiliya dîrokî ya vê herêmê û genim e.

Hevîrtirş li beşdaran hat belavkirin

Di dawiya bernameyê de hevîrtirş li welatiyên beşdar hat belavkirin û nanên ku bi hevîrtirş hatibûn çêkirin hatin pêşkêşkirin.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery