Print this page

Li Hênê sondaja nû bi dawî bû, tax gihîştin avê

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên sondajê yên nû ku li taxên Nêriba Axan û Nêriba Çolagan ên Hênê dabû destpêkirin, bi dawî kir. Ji ber herifîna bîra heyî av nediçû van taxan; piştî karên analîz û girêdanê, ji bo her du taxên ku nifûsa wan nêzî 4 hezar û 100 kes e, dîsa ava vexwarinê bi awayekî bêbirîn û saxlem hat dabînkirin.

Îdareya Av û Kanalîzasyona Amedê (DÎSKÎ), piştî ku bîra li navçeya Hênê ji ber xerabûna teknîkî û herifînê ji dewrê derket, ji bo bîreke nû dest bi xebatê kir. Bi mebesta dabînkirina ava vexwarinê ya mayînde, li xala ku ji aliyê endezyarên jeolojiyê ve hatibû tespîtkirin, sondaj hat lêdan. Di kûrahiya 130 metreyî de aveke binerd hat dîtin ku di saniyeyê de 15 lître diherike. Piştî girêdanên pergalê, ava saxlem gihîşt taxa Axanê (3 hezar nifûs) û taxa Çolaganê (1.100 nifûs).

‘Me xebat di demeke kurt de temam kir’

Midûrê Şaxa Hênê ya DÎSKÎyê Bekir Narin derbarê xebatê de agahî dan û diyar kir ku piştî herifîna bîra kevn, wan bi tîmên teknîkî re plansaziyeke bilez kiriye û got: “Piştî etûtên jeolojîk, me di demeke kurt de sondaj temam kir. Gihîştina 15 lître avê di saniyeyeyekê de, wê hewcedariya herêmê bi temamî dabîn bike. Pêşîniya me ew e ku welatiyên me bêyî pirsgirêk bigihîjin avê.”

 

Image Gallery