Print this page

Li Aşxaneyê kontrola Remezanê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Aşxaneya ku ji bo konên fitarê yên meha Remezanê xwarin lê tê çêkirin, kontrola hîjyen, kalîte û ewlehiya xwarinê pêk anî.

Ekîbên Yekeya Kontrola Xwarinê ya ser bi Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, li Aşxaneya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ku ji bo konên fitarê yên li Meydana Deriyê Çiyê, Parka Koşuyoluyê, Parka Ben û Senê û Parka Mala Tenûrê ya navçeya Rezanê (Baxlar) xwarinê çêdike, kontrolên berfireh kirin. Ev konên fitarê rojane xizmetê didin 6 hezar û 500 kesî.

Di kontrolan de rewşa hîjyenê ya qadên hilberînê, paqijiya alavên tên bikaranîn, mercên depokirinê û pileya germahiya depoyan hatin kontrolkirin. Her wiha sepanên zincîra sar û tomarên şopandinê jî ji aliyê ekîban ve bi hûrbala hatin nirxandin.

Kontrola girtina nimûneyan hat kirin

Ekîban kontrol kir ka xebatkara dixebite li gorî rêgezên hîjyenê yên wekî bone, maske û galoşan tevdigere yan na. Di dema ku hat kontrolkirin ka bi rêkûpêk nimûne ji xwarinan tê girtin an na, dîroka bikaranîna dawî ya berhemên tên bikaranîn û standardên wan ên kalîteyê jî hatin berçavderbaskirin.

Di dema kontrolê de li gorî xalên qanûnî yên ewlehiya xwarinê û mewzuatên têkildar agahî hatin dayîn; der barê xalên hatine tespîtkirin de hişyarî û rênîşandanên pêwîst hatin kirin.

Kontrol dê di seranserê Remezanê de berdewam bikin

Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê dê di seranserê meha Remezanê de her roj bi rêya ekîba xwe ya peywirdar, kontrol bike ka xwarinên ku dê di konên fitarê de ji welatiyan re werin pêşkêşkirin di mercên tendurust, ewle û hîjyenîk de tên amadekirin yan na.

Ekîb dê her wiha li konên fitarê yên ku li xalên cuda yên bajêr hatine vegirtin jî kontrolan bikin da ku karûbarên xwarin û vexwarinê bi şêweyekî sterîl berdewam bikin.

 

Image Gallery